Tecawizkar bi hevkariya STE û darazê bê ceza hatin hiştin
Du caran rastî tecawizê hat, nekarî xwe lê rabigire û întixar kir, lê dîsa jî daraz û Saziya Tipa Edlî îqna nekir.
Du caran rastî tecawizê hat, nekarî xwe lê rabigire û întixar kir, lê dîsa jî daraz û Saziya Tipa Edlî îqna nekir.
Du caran rastî tecawizê hat, nekarî xwe lê rabigire û întixar kir, lê dîsa jî daraz û Saziya Tipa Edlî îqna nekir.
Lêpirsîna Nûrcan Fîdan a 20 salî, ku li navçeya Mêrdîn Mîdyatê, yek jê cerdevan li tecawiza du kesan rast hat û piştre întixar kir, tevî du raporên nakok jî hat girtin. Dosyaya ku biribûn Dadgeha Destûra Bîngehîn, biryara ji bo dosyayê hat dayîn û tecawîzkar bê ceza man. Parêzera malbatê Eren Keskîn xwe amade dike ku dosyayê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Keskîn ji ANF’ê re axivî.
Li Tirkiyeya ku jin her roj rastî tecawizê tên û tên kuştin, dosyayek tecawizê ya din hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Midyatê ya ku dosya lêpirsîn dikir, piştî mirina Nûrcan Fîdan a rastî tecawiza du kesan ku yek jê cerdevan bû hat û bi çekê xwe întîxar kir, şûnde li ser profîlên DNA’yê yên Saziya Tipa Edlî dabû biryara bêşopandinê da û derket holê ku serlêdanên îtîrazê yên li Dadgeha Destûra Bingehîn jî hatine redkirin. Bi vî awayî du tecawizkarên ku bûn sedema jiyana jina ciwan, bê ceza hatin hiştin.
TECAWIZKAR DÎSA SERBESTIN
Nûrcan Fîdan a 20 salî li Midyatê gundê Xanika bi malbata xwe re dijiya. Fîdan bi kesê navê Velî Înan re nîşan dibe û piştre vediqete. Fîdan ji aliyê Înan ve tê revandin, hefteyekê tê desteserkirin, bi dehan carî rastî tecawizê tê. Nûrcan li birayê xwe Muhîttîn digere û tê rizgarkirin. Malbat serî li Fermandariya Cendermeyan û Dozgeriya Komarê ya Hezexê dide. Velî Înan bi gumana tecawizê tê binçavkirin. Bi alîkariya cerdevanê bi navê Abdulhalîm tê berdan. Nûrcan Fîdan ku hê ev travma ji ser xwe navêtibû, vê carê ji aliyê kurê sercedervan Osman Îşler, Kerîm Îşler ve tê revandin. Nûrcan rojek piştî vê bûyerê di 02.07.2013’an de li malê, xwe bi çekê dikuje.
LIGEL DU RAPORÊN BI NAKOK
Piştî bûyera yekemîn a tecawizê Doktorê Welidînê ya Jinan a Nexweşxaneya Hezexê di muayeneyê de tespita ‘di Hymende di xeta 5-8’an de qelişînek hatiye dîtin’ kir û ligel vê di otopsiya klasîk a Serdozgeriya Komarê ya Amedê de rapora bakîre dan Nûrcanê. Di rapora 28.01.2014’an a Daîreya Îhtîsasa Biyolojîk a Serokatiya Saziya Tipa Edlî de jî hat îdîakirin ku di bincilkên wê de ti sperm nehatiye dîtin, li ser atlet profîla DNA’ya du kesî hatiye dîtin lê ev profîlên DNA’yê ne aîdî van şexsan e. Serdozgeriya Komarê ya Midyatê jî li ser vê raporê got ku têkildarî gumanbaran de ne hewceye lêpirsîn bê kirin.
Ligel vê rapora bi nakok malbatê îtîrazê girtina dosyayê kir û bûyer bir Dadgeha Destûra Bingehîn. DDB’ê jî îtîraz red kir.
Parêzera malbatê Eren Keskîn da zanîn ku wê di rojên buhrî de dosyayê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û got ku qelişîn an jî neqelişîn bi tecawîzê nayê pîvan û her cure êrîşa li dijî jinê tecawîz e.
Keskîn got ku dadgeh hê bêyî xwendina peymanên navneteweyî û hiqûqa hundir, bê zanîn biryarê didin û ligel du raporên bi nakok, rapora ku saziya Tipa Edlî amade kiriye esas hatiye girtin û dosya hatiye girtin.