KJA: Ev biryar nayê qebûlkirin
Li Bakurê Kurdistanê, nerazîbûnên li hemberî biryara dadgehê ya ku destavêtin û destdirêjiya leşkerên Tirk mafdar nîşan dide, zêde dibin.
Li Bakurê Kurdistanê, nerazîbûnên li hemberî biryara dadgehê ya ku destavêtin û destdirêjiya leşkerên Tirk mafdar nîşan dide, zêde dibin.
Li Bakurê Kurdistanê, nerazîbûnên li hemberî biryara dadgehê ya ku destavêtin û destdirêjiya leşkerên Tirk mafdar nîşan dide, zêde dibin. KJA bal kişand ser biryara doza E.A. a li Çewlikê rastî îstîsmara zayendî ya 8 çawişên pispor hat û destnîşan kir ku biryara dadgehê ya ku guh nade bandora sûc a li ser jiyana jina mexdûr û bi tenê bersûcan diparêze, nayê qebûlkirin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê biryara li ser doza E.A. a li Çewlikê rastî îstîsmara zayendî ya 8 çawişên pispor hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şerê bi dehan salan ê li Kurdistanê de herî zêde jin hedef hatine girtin, bi destê burokrasiya dewletê rêbazên şerê taybet li hemberî jinê hatine meşandin û hat gotin, "Li Çewlikê bûyera E.A. ya rastî êrîşa zayendî ya 8 leşkerên çawişê pispor hat û encama vê dozê, nîşaneya herî bi êş a vê yekê ya dema nêz e. Weke ku tê zanîn E.A ya 16 salî, li Çewlikê ji aliyê 8 çawişên pispor ve hat revandin û rastî destavêtin û tecawiza wan hat. Li dû bûyerê, darizandin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Çewlikê ve hat meşandin û veguherî darizandineke ji binpêkirina gelek mafan. Tevî ku bersûcên dosyayê bi sûcdariya êrîşa zayendî ya ku cezayekî giran ferz dike hatin darizandin jî, di rûniştina duyemîn de yekser hatin berdan û ji rûniştinan hatin rizgarkirin."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di encama darizandinê de der heqê du ji bersûcan biryara beraatê, der heqê sê ji bersûcan de bi şertê ku di nava pênc salan de heman sûc neyê dubarekirin aşkerakirina hikum hat taloqkirin û der heqê sê ji bersûcan de jî bi hinceta bandora gengaz a ceza ya li ser wan biryar hat dayîn ku ceza bê daxistin û bi 4 sal 2 mehan hatin cezakirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wezîfeya bingehîn û hebûna dadgeriyê ew e, ku bi sekna xwe ya serbixwe re edaleta civakê pêk bîne û got, "Bi vê biryarê re dewlet leşker bi hevkariya xwe re bêalîbûna xwe û wezîfeya xwe ya bingehîn winda kiriye, di wijdanê gelan de rê li ber birînekê vekirine. Di heman demê de polîtîkaya dewlete ya ku her sûcê li Kurdistanê rewa dibîne, bi vê biryarê re careke din derketiye asta herî bilind. Bêguman helwesta dadgeriyê û kiryar wê ji aliyê civakê ve bên mehkûmkirin."
'EM BIRYARÊ LANET DIKIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryara dadgehê ya ku guh nade bandora sûc a li ser jiyana jina mexdûr û bi tenê bersûcan diparêze, nayê qebûlkirin û hat gotin, "Weke KJA em kiryarên bûyerê û biryara dadgeriyê ya dûrî edaletê şermezar û lanet dikin."