Jinan cezayê ragirtina heta bi hetayê yê li Yildirim hat birîn protesto kirin

Hewldana Platforma Jinê ya Şirnexê, cezayê ragirtina heta bi hetayê yê li Nevîn Yildirim hat birîn protesto kirin. Yildirim, zilamê ku bi zora çekê tecawizî wê kir, kuştibû.

Hewldana Platforma Jinê ya Şirnexê, cezayê ragirtina heta bi hetayê yê li Nevîn Yildirim hat birîn protesto kirin. Yildirim, zilamê ku bi zora çekê tecawizî wê kir, kuştibû. Ji xebatkarên Navenda Şewirmendiya Jinê ya Zahîde Ede Bazencîr got, "Em careke din ji vir ve diqîrin ku em ê li dijî tacîz, tecawiz û şîdetê hêza xwe ya parastina cewherî bikar bînin."

Hewldana Platforma Jinê ya Şirnexê, ji bo cezayê ragirtina heta bi hetayê yê li Yildirim hat birîn şermezar bike, civîneke çapemeniyê lidar xist. Tevî endamên Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Zahîde, Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajar û Navçeyan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di civînê de amade bûn.

Ji xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Zahîde Eda Bazencîr li civînê peyivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û dadgeriya ku AKP'ê temsîl dike, ji rejîma Îranê qet ne cuda ne.

Bazencîr ragihand ku ew ê bibin şopdarên her bûyerên şîdetê yên li hemberî jinê û got, "Li dijî her şêwe neheqiyan em ê bisekinin. Em careke din ji vir ve diqîrin ku em ê li dijî tacîz, tecawiz û şîdetê hêza xwe ya parastina cewherî bikar bînin."

Civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Piştevaniya Jinê", "Bimire sîstema dadgeriyê ya bê edalet" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû."