Li Akçadag jina bi navê Fîdan Kaya hat qetilkirin

Hat ragihandin ku li Akçadag a Meletî jina ciwan a bi navê Fîdan Kaya piştî hat qetilkirin, hatiye şewitandin û ew avêtine eraziyeke vala.

Hat ragihandin ku li Akçadag a Meletî jina ciwan a bi navê Fîdan Kaya piştî hat qetilkirin, hatiye şewitandin û ew avêtine eraziyeke vala.

Li Taxa Develî ya navçeya Akçadag a Meletî, li eraziyeke vala cesedê jineke ku piraniya bedena wê şewitiye hat dîtin. Hat diyarkirin kesa anîne Nexweşxaneya Dewletê Fîdan Dogan e. Hat hînbûn Kaya ya dayika 2 zarokan di nav amadekariyan de ye ku hevserê xwe berde û ligel malbata xwe dima. Malbata Kaya berî niha bi 6 rojan bi sedema keça wan 6 roj in winda ye serî li midûriyeta polîsan dabû.

Hat ragihandin ku têkildarî bûyerê 2 kes hatine binçavkirin.

Cenazeyê jina hat qetilkirin îro anîn Meletî û li goristana bajêr hat defnkirin.