Yekîtiya Star li Kobanê dest bi xebatan kir

Bi dehan endamên rêxistina Yekîtiya Star ên bajarê Kobanê bi armanca jinûve aktîfkirina navend û meclîsên jinan ên li taxên bajar, li navenda xwe civiyan.

Bi dehan endamên rêxistina Yekîtiya Star ên bajarê Kobanê bi armanca jinûve aktîfkirina navend û meclîsên jinan ên li taxên bajar, li navenda xwe  civiyan.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî û got ku pêwîst e li gor berxwedana li Kobanê hatiye kirin, jinên Kobanê xwedî li keda şervanên YPJ`ê derkevin û xwe bi rêxistin bikin.

Piştî axaftinê , navên jinên ku wê karibin cihê xwe di rêveberiya navendê de bigirin, hat pêşniyarkirin û li ser vê yekê dengdayînê hat dest pêkirin. Di encamê de (Qedriye Xelîl, Sozdar Minbic, Zekiye Mihemed, Leyîla Elî, Seher Elî, Fatma Hemo û Xanim Mihemed) weke endamên rêveberiya navendê hatin diyarkirin.

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.