Jinan darbesta Ferhunde danîn ser milan
Jinan li hemberî hemû gefan cenazeyê jina bi navê Ferhunde ya Efgan ku li kolanên paytext Kabîlê lînc kirin û paşê agir berdan cenazeyê wê hilgirtin û spartin axê.
Jinan li hemberî hemû gefan cenazeyê jina bi navê Ferhunde ya Efgan ku li kolanên paytext Kabîlê lînc kirin û paşê agir berdan cenazeyê wê hilgirtin û spartin axê.
Bi sedan jin li Kabîlê guh nedan kevneşopiyên Afganiyan û cara yekemîn cenazeyê jinekê danîn ser milê xwe û heta goristanê hilgirtin. Jinan xwest ku kujerên jina bi navê Ferhunde ya 27 salî ku bi awayekî hovane li ber çavên polîsan hate qetilkirin bên cezakirin.
Wezareta Hundir a Afganîstanê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku tevî 8 polîsan, 13 kes ji ber vê bûyerê hatine binçavkirin.
Hate ragihandin ku bi fermana Serokkomarê Afganîstanê Eşref Ganî lêpirsîn hate destpêkirin û di encama lêpirsînê de aşkera bû ku jina ciwan Ferhunde Qûran neşewitandiye.
Komek ku piraniya wan zilam bûn li nava kolanên paytexta Kabîlê bi hev re li jina bi navê Ferhunde xistin û polîsan jî tenê temaşeyî bûyerê kiribûn. Koma qelebalix piştre cenazeyê jina Afxan şewitandin.