'Li hember daraza mêr em ê li kolanan têbikoşin'

Koma li hember Cinayetên li dijî Jinan Tedbîra Lezgîn, li hember biryara doza têkildarî Nevîn Yildirim a Nurettîn Gîder kuşt nerazîbûn nîşan da.

Koma li hember Cinayetên li dijî Jinan Tedbîra Lezgîn, li hember biryara doza têkildarî Nevîn Yildirim a Nurettîn Gîder kuşt nerazîbûn nîşan da.

Koma li hember Cinayetên li dijî Jinan Tedbîra Lezgîn, ji ber Nevîn Yildirim a Nurettîn Gîder ê tecawizî wê kir kuşt, dadgehê cezayê muebetê lê birî nerazîbûn nîşan da. Komê li ber Lîseya Galatasaray daxuyaniyek da.

Di çalakiyê de pankarta, "Dengê Nevîn dengê me, hêrsa wê îsyana me ye, ne Nevînan tecawizkaran ceza bikin” hat vekirin. Li ser navê jinan Gulhan Davarci li hember biryara dadgehê nerazîbûn nîşan da û got ku dema mijar dibe jin daraz biryarên cinsiyetperest dide.

Davarci got ku li hember “daraza mêr” wê li kolanan têkoşîna xwe bidomînin.