‘Li dijî şîdetê xwedîderketina li jinan, encama têkoşîna jinan e’

Li Wanê hefteya buhrî piştî kesê li kolanê hevsera xwe gulebaran kir civakê xwest wî ceza bike, têkildarî mijarê aktîvîstên jin nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser bandorên têkoşîna azadiya Kurd a di nav civakê de afirandiye.

Li Wanê hefteya buhrî piştî kesê li kolanê hevsera xwe gulebaran kir civakê xwest wî ceza bike, têkildarî mijarê aktîvîstên jin nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser bandorên têkîşîna azadiya Kurd a di nav civakê de afirandiye û diyar kirin ku têkoşîna jinan civak aniye vê merheleyê.

Li Wanê hefteya buhrî Nazim Al ê hevsera xwe Necla Al a ji ber doza berdanê vekiriye li kolanê bi tebenceyê gulebaran û bi giranî birîndar kir, rastî bertekên gel û welatiyan xwest wî cezakirin. Têkildarî bûyerê ku hê jî nîqaş didomin aktîvîstên jin diyar kirin ku li Tirkiyeyê cara yekem e ku civakê xwest kesê li hember jinê şîdetê bi kar bîne ceza bike, di encama bandora têkoşîna jina Kurd de pêk hatiye. Aktîvîstên jin gotin ku ev pêşketineke lê hê jî tiştên bên kirin hene û banga pêşxistina têkoşîna jinan kirin.

‘XWE PARASTIN DI CEWHERA XWEZAYÊ DE HEYE’

Aktîvîsta KJA Nûran Yilmaz got ku parastin di cewhera xwe de çalakiya hebûnê ya xwezayê ye, xweparastina hemû hebûnan rewa ye û her zindiya li xwezayê xwedî vê mekanîzmayê ye. Yilmaz anî ziman ku zindiyên mekanîzmaya wan a parastinê tinebe nikare neslê xwe bidomîne û got, “Mînak gulek destûr nade bi rehetî bê qutkirin. Bi striyên xwe xwe diparêze.”

‘DIVÊ LI HEMBER DEWLETA KU ŞÎDETÊ REWA DIKE TÊKOŞÎN BÊ PÊŞXISTIN’

Yilmaz da xuyakirin ku dewlet û saziyên wê yên şîdeta li hember jinê rewa dike ji aliyê civakê ve timî nayê şopandin û wiha dewam kir: “Emniyet, polîs, leşker, dadger û dozger li şûna vê şîdetê ji holê rakin xwedî bîrdozî û pratîkeke wiha ne ku vê şîdetê rewa dikin… Serokwezîr û Serokkomarê xwe her tişt dibîne di van komkujiyên kur û didin de li ku derê disekinin girîng e. Ligel ku misogere xwe li ti cihekî nabîne; berpirsyar û tetîkkêş e. Ev rewş ji bo me jinan zelal e. Ev rewş aşkera hatiye fêmkirin. Êdî pêdivî bi dewlet û saziyên wê nîne. Mînaka vê ye herî bedew li Wanê hatiye nîşandan.”

'YA LI WANÊ TÊ JIYÎN ENCAMEKE TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YE'

Yilmaz bibîr xist, ku polîsê her goşeke Wanê veguherandiye qereqola polîsan, nekariye pêşî li qetilkirina jinekê bigire, lê belê dema sê ciwan bi hev re dimeşin yekser dikeve nava tevgerê û got, "Di bin navê kontrola nasnameyê de, di her kêliyê de mîna sûcdarê potansiyel nîşan dide. Li metropolên Tirkiyeyê rewşeke bi vî rengî ti carî rû nade, rû bide jî ev yek bi tenê li hemberî Kurdan tê kirin. Ji ber ku Kurdbûyîn ji bo dewletê têrê dike ku mirov bibe sûcdar. Dema mirov binêrin ka ciwanên li metropolên Tirkiyeyê hatine qetilkirin, ji ku ne, wê ev rewş baştir were fêmkirin. Li Kurdistanê jî ev rewş bi polîtîkayên taybet tê meşandin. Li Rojhilat Navîn û Kurdistanê Kurd hêzek in û pêwîste nêzîkatiyek li gorî wan bê nîşandan. Polîsên ku bi çek, ço û gaza xwe nekarî gel ji rê vegerînin, li partiya me geriyane, alîkarî xwestine û piştî ku rêveberên me çûne cihê bûyerê nêzîkatiya civakî hatiye birêxistinkirin û bûyer bi dawî bûye."

'PEYAMA RÊHEVALÊN MÊR ÊN DIRÛŞMA JIN JIYAN AZADÎ DIQÎRIN, GELEKÎ GIRÎNG E'

Yilmaz anî ziman ku jina xwe diparêze jina civakê diparêze ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jin a azad bûye, bi rêxistin bûye, bûye xwedî çalakî, civaka azad bi xwe ye. Jina dûrî cewhera xwe, belayê serê civakê ye. Eger bi rastî jî pîvana azadiya civakê azadiya jinê be, hingî jin dikare vê yekê herî baş bi zîhniyet, rêxistin, çalakî û parastina cewherî pêk bîne. Têkoşîna zikhev a maf û jinan, bi têkoşînên parastina cewherî yên xurt, dikarin watedar bibe. Rewşa li Wanê tê jiyîn, parastina cewherî ya civakî ye. Em weke berhemeke tevgera xwe û tevgera jinê dinirxînin, li ser navê KJA tevahiya gelê xwe yê xwedî li hevalên me yên jin derketiye silav dikin. Rêhevalên mêr ên li ber panzerê dirûşma 'Jin jiyan azadî' qîriyan û peyama ku wan bi vê dirûşmê re dane civakê girîng û bi qîmet e. Girîng e her kes vê peyamê fêm bike û di vê çarçoveyê de tevlî jiyanê bibe."

'TÊKOŞÎNA JINÊN KURD LI HER QADÊ BÛYE PÊŞENG'

Li Wanê yek ji navçeyên ku bi şîdeta li hemberî jinê re di demên dawî de herî zêde derket pêş navçeya Bêgir e. Mahsûne Dîlek a ku wezîfeya Alîkariya Hevşaredarên Bêgirê dimeşîne anî ziman ku şîdeta tê dikirin dibe ku li dijderketina civakê rast bê. Dîlek diyar kir ku jinên Kurd di gelek mijaran de pêşengiyê dikin û got, "Bi pêşengiya Rêberê me, li ber çavan e ku têkoşîna jinên Kurd derbasî pêvajoyeke bi çi rengî ya şoreşgerî bûye." Dîlek da xuyakirin ku girîng e ev hişmendiya pêvajoyên şoreşgerî ji civakê re were ragihandin.