Meclîsa Jinê ya Ronahî kongreya xwe ya 5. lidar xist

Meclîsa Jinê ya Ronahî ya li bajarê Hollanda Den Haagê, kongreya xwe ya 5. bi beşdara hejmareke zêde ya delegeyan pêk anî.

Meclîsa Jinê ya Ronahî ya li bajarê Hollanda Den Haagê, kongreya xwe ya 5. bi beşdara hejmareke zêde ya delegeyan pêk anî.

Meclîsa Jinê ya Ronahî ya li bajarê Hollanda Den Haagê kar dike, kongreya xwe ya 5. di 29. salvegera ji dest dayîna jiyanê ya fermandarê ARGK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) pêk anî.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dîwana kongreyê hat hilbijartin.

Di axaftinên li kongreyê de bal hat kişandin ser girîngiya lidarketina kongreyê û piştî xwendina peyaman, rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin. Di vê beşê de jî hat destnîşankirin ku di şoreşa Rojava de jin hêza pêşeng e û hat gotin ku divê bi awayekî çalak xwedî li şoreşa Rojava were derketin.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) Bêrîvan Yîgît peyivî û diyar kir ku Zîlanan, Sakîneyan ruhê li Kobanê afirandine. Yîgît da xuyakirin ku li her çar parçeyên Kurdistanê, jin û gelê Kurd rastî êrîşan tên û destnîşan kir, ku bi hêza jinê re wê berxwedan mezintir bibe. 

Yîgît da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê bi hedefgirtina jinên Kurd re kevneşopiya berxwedanê hedef digirin û anî ziman ku girîng e jinên Kurd ên li Ewropayê desteka xwe ya ji bo vê berxwedanê zêde bikin.

Yîgît her wiha diyar kir ku divê ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin bi awayekî aktîf bixebitin.

Delegeyên kongreyê jî dan xuyakirin ku pêwîste desteka ji bo mexdûrên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê were mezinkirin. Piştî axaftinan rapora xebatê ya 2014'an hat xwendin û erêkirin. Ji bo diyarkirina rêveberiya nû ya Meclîsa Jinê ya Ronahî hilbijartin hat kirin û di encamê de 35 jin di 8 komîsyonan de bicih bûn. Her wiha koordînasyonek ji 3 kesan hat hilbijartin.