Li Lûzern Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan hat damezrandin

Komuna Jinan a Arîn Mîrxan a Lûzern 2. kongreya xwe pêk anî û biryara meclîsbûnê da.

Li bajarê Lûzern ên Swîsre jinên demeke dirêj e di bin banê Komuna Arîn Mîrxan a Lûzern de xebatan bi rê ve dibin, di kongreya xwe ya duyemîn de biryara meclîsbûnê dan. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan hat damezrandin.

Di kongreya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzern de, jinên kom bûn kongreya xwe bi deqeyek rêzgirtina ji kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane dan destpêkirin. Paşê di kongreyê de pêşveçûnên siyasî hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaş û nirxandinên pêşveçûnên siyasî jinan biryar girtin ku wê di dema nû de, di bin banê meclîsê de hê baştir bersivê bidin pêşveçûnan û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan hat damezrandin.

Wê jin bi rêya komîsyonên Perwerde, Karên Derve, Rêxistinkirin, PYD, Jinên Ciwan, Dayikên Aştiyê de xebatên xwe di bin banê meclîsê bi rê ve bibin.

Piştî îlana meclîsê, di hilbijartina hat kirin ji bo berdevkiya meclîsê Suheyla Kûas, Sîdar Aydin, Sabîha Yilmaz hatin hilbijartin.