Jina hewl da jiyana xwe xilas bike ji katê 5. xwe avêt, jiyana xwe ji dest da

Li avahiyek ser rêya Hatboyu ya Rezanê tup teqiyaye û welatiya bi navê Şukran Tîmrutaş ji tirsan ji xwe ji katê 5. a şaneşînê de avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.

 Li avahiyek ser rêya Hatboyu ya Rezanê tup teqiyaye û welatiya bi navê Şukran Tîmrutaş ji tirsan ji xwe ji katê 5. a şaneşînê de avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.

Li avahiya Polatê ya li kuçeya 446'an a Rêya Hatboyuya Rezana Amedê li qata 6'emîn tup teqiya. Di encama teqînê de Şukran Tîmurtaş jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku teqîn ji ber gaza ji tup derketiye çêbûye û jina 35 salî Şukran Tîmurtaş ji tirsa xwe ji şaneşînê avêtiye. Hat ragihandin ku piştî teqînê tîma agirkuj hatine cihê bûyerê û bebika 7 mehî Şebîn Tîmurtaş rizgar kirine. Tîrmurtaş rakirin beşa lezgînî ya Nexweşxaneya Nexweşiya Zarokan a Amedê û li wir tê dermankirin. 

Xizmên Tîrmurtaş ên hatin cihê bûyerê ji ser hişê xwe çûn û der barê teqînê de lêpirsîn hat destpêkirin.