Meclîsa Jinan a Sara ya Bonnê 3. Konferansa Asayî pêk anî. Li ser navê TJKE Guneş axivî û diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd ji cîhanê re bûye mînak û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûn û têkoşîna hevbeş. Guneş da xuyakirin ku ligel peyamên aştiyane yên Ocalan, AKP serî li polîtîkayên ku provoke dike dide û got ku ji bo HDP di hilbijartinan de bi ser bikeve divê xebat bên meşandin.
Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd destpê kir. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) Amara Guneş axaftinek kir û got ku li hemû cîhanê kaos tê jiyîn û bi lêv kir ku her ku rêxistibûna jinê mezin dibe, berxwedan jî mezin dibe.
CÎHAN DIXWAZE TÊKOŞÎNA JINÊN KURD NAS BIKE
Guneş axaftina xwe wiha dewam kir: "Çeteyên DAIŞ’ê bi taybet gelê Kurd û jinên Kurd hedef digire, ev jî ji ber tirsa li dijî xeta azadiya jinên Kurd e. Berxwedana YPJ’ê ji bo hemû gelan bûye çavkaniya îlhamê. Hemû jinên cîhanê dixwazin îro têkoşîna gelê Kurd fêm bikin û nas bikin. Em hemû dibînin ku jin çawa ji cewher û vîna xwe tên qutkirin. Li Ewropayê û Tirkiyeyê her roj jinek tê qetilkirin. Li Afrîkayê jin hînê tê sinetkirin. Li hember van qetilkirinan divê jin bi şêweyekî rêxistinkirî û hevbeş têbikoşin."
DIVÊ JI BO HILBIJARTINAN ZÊDE XEBAT BÊ MEŞANDIN
Guneş got ku ligel peyamên aştiyane yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di Newrozê de daye, hikûmeta AKP’ê polîtîkaya provokasyonê didomîne û got: “Qanûna Ewlekariya Hundir a di meclîsê de hat derbaskirin, nîşaneya plana qirêj a Erdogan e."
Guneş bi lêv kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de divê HDP serketinek girîng bidest bixe û got: "Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de divê gelê me bo pêşeroj, azadî, avakirina civaka demokratîk zêde bixebitin." Guneş bang li hemû jinan kir ku di mekanîzmayên meclîsan de cih bigirin.
Dûre rapora xebata salekê hat xwendin û delegeyên konferansê rexne li xwe kirin ku ew li pêşberî berxwedana dîrokî qels mane û xebateke têrker nemeşandine.
BIRYAR
Di konferansê de li ser girîngiya Meclîsa Jinan hat sekinandin û hat gotin ku divê xwe bigihînin hemû jinan û ji pirsgirêkên jinan re bibin çareserî. Her wiha hat destnîşankirin meşandina xebatan a meclîsên jinan ên herêmî gelek girîng e.
Di konferansê de biryar hat dayîn ku di nava sê mehan de li bajarên Meckenheîm, Troîsdorf û Bonnê meclîsên jinan bên avakirin, têkildarî piştevaniya gelê Kobanê û Şengalê de jî xebata aborî-manewî bê meşandin.
Her wiha biryar hat girtin ku di dema nû de li dijî kêmasî û pirsgirêkan rêbaza têkoşîna radîkal bê pêşxistin. Ligel vê biryar hat girtin ku di mijara zimanê dayikê de ji bo jin û zarokan kurs bên vekirin û giraniyê bidin xebatên çandê.
Meclîsa Jinan a Sara di dema nû de wê bi dirûşma, ‘Divê ti jin bê meclîs nemînin’ xebatan bimeşîne.