Jin bi Mala Tenûrê tevlî hilberînê dibin

Li Mala Tenûrê (Tenûrxane) ya Taxa Hasirli ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, salane hezar û 719 jinî jê fêdeyê digirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Hasirli ku piranî niştecihên wê penaberên ji gund û derodorê ne, Mala Tenûrê bo jinan daniye û jin tên li vê derê nanê xwe dipêjin. Li Taxa Hasirli piranî malbatên xizan dimînin, Şaredariyê ji bo wan di sala 2003’an de Mala Cilşoyê (Cilşoxane) vekir û li rex wê niha jî tenûrxaneyek daniye. Salane  hezar û 719 jin sûdê ji vê Tenûrxaneyê werdigirin. Êdî jin li Tenûrxaneyê tenê têra mala xwe nanî napêjin, heman demê nanî ji bo firotin û debarê jî dipêjin. 

Jinên ku nanê xwe li mala tenûrê di tenûran dixin, pêşîn têra pêdiviya mala xwe nanî dipêjin, ji van 1719 jinan 8 ji wan, rojan li dora 70 nanê tenûrê dipêjin û piştre wî nanî difiroşin û pê debara xwe dikin.  

JIN JI VÊ KÊFXWEŞIN

Yek ji van jinan Mekiya Yaşa ye, ew dayika 7 zarokan e û ji xizmeta Mala Tenûrê kêfxweş e. Yaşa, der barê Tenûrxaneyê de axivî û got, “Ev 7 sal in ez diçime Mala Tenûrê. Salên berê min tenê têra mala xwe nan dipat. Paşî min dît ku li sûkê nanê tenûrê difiroşin û min biryar da ku ez jî vî karî bikim.” Yaşa, da zanîn ku hevserê wê di karên rojane de dixebite û got ku piştî wê dest bi firotina nanê tenûrê kiriye, barê jiyarê hildaye ser milên xwe û têkiliya wê bi hevserê wê re xweştir bûye. Yaşa got, “Berhemdan tiştekî gelekî xweş e û bi vê, baweriya mirov bi xwe zêdetir dibe.”  

HEVGIRTINA NAVA JINAN GEŞ BÛ

Yaşa destnîşan kir ku ew li Mala Tenûrê bi jinan re di nav hevgirtineke xweş de ne û wiha axivî: “Berê me tenê ji bo patina nan û şûştina kincan ev navend bikar dianîn. Paşê em bi hinek tiştan hesiyan. Piştî ku jinan derdê xwe bi hev re parve kirin, me dît ku derd û kulên me dişibine hev. Vê jî têkiliya navbera me xweştir kir û em bi hev ve girêdan.”  

JIYANA CIVAKÎ YA JINAN PÊŞ KET 

Xebatkara DÎKASUM a Taxa Hasirli Gulistan Fîlîz jî der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Fîlîz bal kişand ku rewşa aborî ya vê taxê qederekê kêm e û diyar kir ku piranî mêr li ser avahiyan dixebitin û zarok jî li cem sîmîtfiroş û şêrînîfiroşan kar dikin. Fîlîz, bibîr xist ku Taxa Hasirli taxa koçberan e û got ku van demên dawî penaberên ji Rojava û Sûriyeyê hatine li vê taxê bi cih bûne. Fîlîz, destnîşan kir ku jin di Mala Tenûrê de ji bo debara malê tên nanî dipêjin û aşkera kir ku 8 jin ji van bi awayekî bi rêk û pêk nanê xwe difiroşin. Fîlîz da zanîn ku ew nanê xwe li Dagkapi û Balikçilarbaşiyê difiroşin. Fîlîz bilêv kir ku beşdariya jinan di jiyana malbatê de tiştekî gelek girîng e û wiha axivî: “Beşdarbûna jinan bi karê hilberînê di serî de feydê wê ji bo debara malê dibe. Ji ber pirsgirêkên destengiya aborî heye ku nava malbatê dilgiranî çêbe. Lê gava jin beşdarî hilberînê bibin, hem feydeyê wan li debara malê dibe hem jî ji bo aboriya jinê jî dibe destketineke girîng.”

Fîlîz der barê Mala Tenûrê de jî diyar kir ku mebesta wê ew e ku di nava jinan de hevgirtin çêbe û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber karûbarê malê û zarokan ti jiyana civakî ya jinan çênabe. Jinên têne DÎKASUM’ê qenebe li vê derê piçekî sebra xwe tînin. Heman demê derd û kulên xwe li vê derê parve dikin.”  

Fîlîz, bal kişand ku ji bilî jinan xebatên DÎKASUM’ê ji bo zarokan jî hene û destnîşan kir ku dema jin tên li tenûrê nanê xwe dipêjin zarokên wan jî li malên lîstokê ji xwe re dilîzin, ev yek ji bo jinan aramiyê tîne. Gava jin karê xwe dike, zarok jî li vê derê hem perwerde dibin hem jî dileyîzin.