Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê 2’yemîn konferansa xwe pêk anî
Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê 2’yemîn konferansa xwe pêk anî. Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Ebdullah bi rêya telefonê tevlî konferansê bû
Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê 2’yemîn konferansa xwe pêk anî. Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Ebdullah bi rêya telefonê tevlî konferansê bû
Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê 2’yemîn konferansa xwe pêk anî. Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Ebdullah bi rêya telefonê tevlî konferansê bû û bang li jinên Kurd ên li Ewropayê kir ku rêxistina xwe xurt bikin û ji bo têkoşîna jinan li Rojava bibin bersiv.
Konferansa 2’yemîn a Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê bi beşdariya nêzî 100 delegeyên ji welatên Elmanya, Swîsre, Belçîka, Fransa, Hollanda û welatên din ên Ewropayê li bajarê Essen ê Elmanyayê pêk hat. Salona konferansê bi alên PYD, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arîn Mîrxan û Silava hate xemilandin. Ehr wiha pankartên “Bi jineke rêxistinkirî avakirina civakekî azad”, “Em jin in hêma demokrasiyê ne!”, “Şehîdên me ronahiya rê ya me ne” hatin vekirin.
Konferans bi mijarên vekirin, nirxandina pêşketinên siyasî yên li Rojava, peyam, rapora xebatê, hilbijartin û plansaziya pêvajoya nû pêk hat. Di axaftinên hatin kirin de, hate diyarkirin ku divê peywir û wezîfeyên dikevin ser milê wan pêk bînin û banga xurtkirin û berfirehkirina têkoşînê hate kirin. Piştî xwendin û nirxandina rapora xebatê, hilbijartin pêk hat û rêveberiya nû hate hilbijartin. Piştî hilbijartinê 13 kes ji bo Rêxistina Jinan PYD’ê ya Ewropayê hatin hilbijartin.
‘EM DI PÊVAJOYEKE GIRÎNG DE NE’
Piştî axaftina vekirinê Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah a li Kobanê ye, bi telefonê tevlî konferansê bû. Ebdullah bal kişand ser têkoşîna bêhempa ya jinên Kurd a li Rojava û got: “Berxwedana jinên Kurd a li Rojava û Kobanê nîşan da bûye sembola hemû jinên cîhanê. Îro çavên hemû cîhanê li têkoşîna jinên Kurd a li hemberî çeteyên paşverû yên DAIŞ’ê ne.”
Asya Ebdullah bal kişand ser xebatên Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê û got: “Em weke rêxistina jinan em demeke dirêj li Ewropayê bê rêxistin man. Lê van du salên dawiyê her çendî em ber bi rêxistiniyê ve çûbin jî, lê hîna jî kêmaniyên me hene. Em vê konferansa duyemîn jî di nava kêmaniyên ku hene de pêk tînin. Divê rêxistina me ya jinan a Ewropayê van pirsgirêk û kêmaniyan bibînin û xebata xwe bidomînin. Rêxistina me ya jinên Ewropayê nekarî bi awayekî baş destketiyên ku derketin holê binirxînin, nekarî li gorî têkoşîna YPJ’ê ya ku bûye têkoşîneke neteweyî xebatê bimeşînin.”
‘EM JIYANEKE NÛ YA JINAN AVA DIKIN’
Leyla Viyan jî li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û bal kişand ser asta jinên Kurd û got: “Têkoşîna jinên Kurd gihiştiye asteke girîng. Ev konferans li ser esasê vê asta girîng tê lidarxistin. Divê em hemû vê yekê bibînin. Divê em ji niha û pêve jî têkoşîna xwe xurtir bikin. Divê em têkoşîna xwe ya li hemberî hişmendiya zilaman xurt bikin.”
Viyan bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn û got: “Divê em weke parçeyek a welatên Ewropayê tevbigerin. Ger em nêrîneke wiha neynin rojevê em nikarin têkoşîna xwe mezin û berfireh bikin. Ji bo vê divê komîsyon bên avakirin û em xwe bi rêxistin bikin. Em dikarin bi vî rengî çand, nasname û zimanê xwe biparêzin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCD-E) Dilşah Osman jî di axaftina xwe diyar kir ku me berê nedikarî biaxivin û lê niha gihiştine asteke cidî û bilind a rêxistinbûnê.
Osman da zanîn ku ev yek bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ve girêdayî ye û got: “Li gel şoreşa Rojava şoreşa jinan pêk hat. Jinên Kurd ên ku nedikarîn ji mala xwe derbikevin, îro di refên pêş ên têkoşînê de cihê xwe digirin.”
BAL KIŞAND SER KÊMASIYAN
Piştî axaftinên di konferansê de hatin kirin rapora xebatê ya salane hate xwendin. Piştî xwendina rapora Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê bal kişandin ser xebatên salekê ya rêxistinê û bandora têkoşîna jinên Kurd a li Kobanê û Rojava ya li tevayî cîhanê hate nirxandin.
Di nirxandinan de hate diyarkirin ku her çendî li şeş welatên Ewropayê rêxistinên pêk hatine û komele û sazî hatine vekirin, komîsyonên dîplomasiyê hatine avakirin, lê dîsa jî pirsgirêk hene û bal kişandin ser kêmasiyên hene.
Piştî xwendin û nirxandina rapora xebatê, hilbijartin pêk hat û rêvebeirya nû hate hilbijartin. Piştî hilbijartinê 13 kes ji bo Rêxistina Jinan PYD’ê ya Ewropayê hatin hilbijartin.
BIRYARÊN HATIN GIRTIN
Di konferansa 2’yemîn a Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê de gelek biryarên girîng hatin girtin. Hin ji wan biryaran ev in:
“1-Azadiya Rêbertiya me sedema hebûna me ye.
2-Divê meclîsa jinan a Ewropayê 2 mehan carekê li hev kom bibin.
3- Divê her sal li Ewropayê konferansa Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê pêk bê.
4- Pêkanîna konferansa jinên ciwan a Ewropayê.
5- Ji bo Silava ku şehîda yekem a YPJ’ê ye her sal bîranîn pêk bên.
6- Divê ji bo Arîn Mîrxan a ku sembola berxwedana Kobanê ye her sal bîranîn pêk bên.
7- Divê li Ewropayê dîplomasî bê berfirehkirin û komîsyon bên avakirin.”