Tabloya tundiyê ya wezaretê jî bi xof e

Lêkolîna ku wezaretê kiriye, tabloya ku tundiya li dijî jinê zêde bûye danî holê û jinên ku rastî tundiyê tên jî, li dijî tundiyê bi tena serê xwe têdikoşin.

Lêkolîna  wezaretê kiriye, tabloya ku tundiya li dijî jinê zêde bûye danî holê û jinên ku rastî tundiyê tên jî, li dijî tundiyê bi tena serê xwe têdikoşin.

Encamên ‘ Lêkolîna Tundiya li Hemberî Jinê ya li Tirkiyeyê’ ya ji aliyê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ve hatiye meşandin, berdewamkirina tundiya li ser jinê tê meşandin radixe ber çavan.

Li gorî anketa ku bi 7 hezar û 462 jê jin bi giştî 11 hezar û 247 kesî re hatiye kirin, jin zewaca wan an jî têkiliya wan bidome an nedome, bi giştî  ji mêrên nêzî xwe tundiyê dibînin.

Li gorî anketê ji sedî 36’ê jinên zewicandî, di demeke temenê xwe de ji hevser an jî mêrên bi wan re ne, tundiya fîzîkî dîtine.

Ji sedî 12’ê jinên zewicandî, diyar kirin ku di jiyana xwe de di demên cuda de ji hevserê xwe tundî dîtine.

Ji sedî 38’ê jinan di jiyana xwe de di demên cuda de rastî tundiya fîzîkî an jî zayendî hatine.

JI SEDÎ 26’Ê JINAN DI TEMENÊ BIÇÛK TE HATIN ZEWICANDIN

Anketê zewacên di temenê biçûk de jî li ber çavan raxist. Ji sedî 26’ê jinan beyî temenê xwe yên 18’ê temem bikin hatin zewicandin.  Jinê di temenê biçûk de hatine zewicandin rastî tundiyê hatine. Rêjeya jinên di temenê biçûk te zewicîne û rastî şîdetê hatine ji sedî 19 ye.

Jinên zewicandî diyar kirin ku ji aliyê hevser an jî hevalên xwe yên mêr ve rastî tirs, tehdîd, dijûn û heqaretan hatine.

Yên tevlî anketê bibûn ji sedî 9’an diyar kirin ku di temenê zarokatiyê de (beriya 15’î) rastî îstîsmara zayendî hatine.

Li gorî anketê ji ser 10 jinên mexdûrê tundiyê 6 kes sê an jî zêdetir carî birîndar bûne.

TUNDÎ BER BI ÎNTÎXARÊ DIBE

Di anketê de jinên rastî tundiyê hatine ji sêyan yekê întîxar fikiriye. Ev rêje di nava jinên rastî tundiyê hatine de zêdetir e. 

Di lêkolînê de hat gotin ku ji her komê jin di bin tehdîda tundiyê de ne.

JIN LI DIJÎ TUNDIYÊ TENÊ NE

Jinên rastî tundiyê hatine, piranî tundî ji kesî re venegotine û bi tena serê xwe li dijî tundiyê têkoşiyane. Ji sedî 44 jinên rastî tundiyê hatine, tundiyê ji kesî re nabêjin.

Di nava jinên rastî tundiyê tên de, serlêdanên ji bo saziyan ji sedî 11 ye.