Hat îdîakirin ku li Çinarê jinekê dawî li jiyana xwe aniye
Hat îdîakirin ku li navçeya Amed Çinarê, jinekê dawî li jiyana xwe aniye.
Hat îdîakirin ku li navçeya Amed Çinarê, jinekê dawî li jiyana xwe aniye.
Hat îdîakirin ku li navçeya Amed Çinarê, jinekê dawî li jiyana xwe aniye.
Li gundê Xurxurk ê navçeya Amed Çinarê, jina bi navê Sumeyye Guneş li axurekî darvekirî hat dîtin. Zarokên Gumuş dema ji dibistanê vegeriyan, diya xwe darvekirî dîtin. Hat îdîakirin ku Gumuş dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Gumuş ji bo otopsiya destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.
Li dû lêkolîna destpêkê, cenaze sewqî Amedê hat kirin. Piştî otopsiya li vir cenazeyê Gumuş li gundê wê hat veşartin.
Bi vê bûyera dawî re, di nava sê mehên dawî de li Çinarê 5 jinan jiyana xwe ji dest dan.