Jinên li Brîtanya di bin banê HDP’ê de kom bûn, civîneke çapemeniyê li dar xistin û çima HDP’ê tercîh dikin aşkera kirin. Di civînê de bang li jinan hat kirin ku di hilbijartinan de piştgiriyê bidin HDP’ê.
Koordînasyona Jinan a HDP’ê ya Brîtanya, li Navenda Civakê ya Londra civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di civîna ku gelek jin û saziyên jinan tevlî bûn, hat diyarkirin ku di hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de wê jin bi îradeya xwe beşdar bibin.
'LI HEMBER TARÎTIYÊ EM LI DERDORA HDP’Ê BÛN YEK'
Jinan diyar kirin ku ji bo polîtîkayên azadîxwaz ên jin civakî bibin û bi rêxistin bibin, biryara avakirina koordînasyonekê dane û wiha hat gotin, "Wek jinên karkerên koçber neçar mane koç bikin, kedkar û rewşenbîr, wek sazî û rêxistinên jinan; li hember tarîtiya paşverû-faşîst a li xakên welêt bilez mezin dibe me biryar daye ku em li derdora Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê bibin yek.”
'DIVÊ MIROV DENG BIDE HDP’YA PARTİYA AZADÎXWAZIYA JIN E’
Di civînê de wiha hat gotin, “Em dixwazin jin bi tercîh û îradeya xwe dengên xwe bikar bînin, deng bidin polîtîkayên azadîxwaziya jin.
Di serî de namzetên jin ji bo destekkirina namzetên HDP’ê em tevayî xebatên piştgiriyê wek berpirsyartiya xwe dibînin û xwedî lê derdikevin.
Di civînê de bang li hemî jinan hat kirin ku di bin banê HDP’ê bibin yek.