Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê jinan vê hefteyê jî çalakiya edaletê lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê jinan vê hefteyê jî çalakiya edaletê lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, jinan vê hefteyê jî çalakiya edaletê lidar xistin. Ji bo sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin, endamên Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê li ber Konsolosa Fransa ya li Dusseldorfê civiyan û bi vekirina pankart û dowîzan, bang li dewleta Fransayê kirin ku komkujiyê ronî bike.
Di axaftinên li çalakiya vê hefteyê de ev xal hatin destnîşankirni: "Tevî ku demeke ewçend dirêj di ser re derbas bûye, cînayet nehatiye ronîkirin. Ev yek me dixe nava fikaran. Welatekî mîna Fransa xwedî îstîxbarateke xurt, dikarîbû cînayeteke bi vî rengî bi hêsanî ronî bike. Lê belê diyare ku Fransa vê mijarê weke kozeke şexsî li hemberî Tirkiyeyê bikar tîne. Her du welat jî hewl didin ser vê cînayetê binixumînin."
Jinan piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyan lanet li komkujiyê anîn.