JIN
Hemû Nûçe
-
Hat xwestin ku polîsên îşkenceya zayendî li Şahîn kirine bên darizandin
Platforma Jinan a Edeneyê der barê polîsên ku îşkenceya zayendî ya ku di bin çavan de li Fîgen Şahîn kirin de gilî kirin û xwestin pêvajoya darazê bê destpêkirin. -
Dayikên Aştiyê: Erdogan ji xwînê têr nabe!
Dayikên Aştiyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê werin ber Meclîsê û li dijî şer dengê xwe bilind bikin. -
CENÎ: Divê gel li ser rêya aştiyê bigihêjin hev
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Yekîneyên Parastina Jinê yên Bethnahrîn hatin damezrandin
Yekîneyên Parastina Jinê yên Bethnahrîn gotin, "YJA Star û YPJ bi têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê û hêzên dîktator ên li herêmê re, ji bo me û hemû jinên din ên herêmê bûn mînak û moral." -
Rapora li ser qetilkirina Kevser Elturk
Der barê qetilkirina Kevser Elturk (Ekîn Wan) û îşkenceya li bedena wê ya tazî hat kirin de, lêkolîn hatin kirin. Parêzer Eren Keskîn destnîşan kir ku ev yek, sûcê şer e. -
Hovîtiya li cenazeyê Ekîn Wan hat kirin li Hagenê hat şermezarkirin
Hovîtiya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin û çanda destavêtinê ya AKP'ê, li bajarê Elmanya Hagenê hat şermezarkirin. -
Jinên Başûrî: Ji bo bîranîna Kevser Elturk em xwe bêhtir bi rêxistin bikin
Jinên li Başûrê Kurdistanê, ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin û piştre îşkence li bedena wê ya tazî hat kirin, banga têkoşînê kirin. -
Rojda a ji Kobanê li Kolnê hat veşartin
Jina ciwan Rojda Elî ya berî mehekê ji Kobanê hat Elmanyayê û li vir jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kolnê hat veşartin. -
Ji bo azadiya Fûrhoff hewldana dîplomatîk
Ji bo serbestberdana Aysen Fûrhoff a ji ber lêgerîna Tirkiyeyê bi rêya Înterpolê li Gurcîstanê hat girtin, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê duh bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swêdê re hevdîtin kirin. -
Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma TJK-E ve tê meşandin
Nobeda ji Ocalan re Azadî ya li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, ji aliyê jinên endamê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve dewir hat girtin. -
Ji bo Kevser Elturk li Brukselê çalakî
Îşkenceya derveyî mirovî ya li hember cenazeyê gerîlaya YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Wan) li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê jinan ve hat protestokirin. -
Ji saziyên jinan daxwaza 'bila şer biqede, muzakere destpê bike'
Jinan nerazîbûn nîşanî şerê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin dan û xwestin, di mercên wekhev de pêvajoya muzakereyê destpê bike. -
Dray: Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê berpirsyariya tevahiya civakê ye
Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyeyê psîkoterapîst Şirîn Dray diyar kir ku DAIŞ dixwaze di şexsê jinên Êzidî de tevahiya jinan û civakê ji aliyê psîkolojîk ve teslîm bigire. -
Jinên Ciwan polîtîkayên şer ên AKP'ê şermezar kirin
Jinên Ciwanên Azad, polîtîkayên şer ên AKP'ê li bajarê Elmanya Bocholtê şermezar kirin. -
KJA'yê Koordînasyona Enqereyê ava kir
Kongreya Jinên Azad (KJA) Koordînasyona xwe ya Enqereyê bi civîneke çapemeniyê ragihand. Di civînê de bang li hemû jinên li Enqereyê hat kirin ku di bin sîwana KJA de bicivin û têkoşîna xwe xurt bikin. -
Li Kolnê çalakiya ji bo Elturk
Endamên Meclîsa Jinan a Viyan a li bajarê Elmanya Kolnê, hovîtiya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kever Elturk (Ekîn Wan) hat kirin ku piştî qetilkirinê bedena wê teşhîrkirin, lanet kirin. -
Li Baselê ji bo Kevser Elturk çalakiya protestoyî
Li Baselê, endamên Jinên Ciwanên Azad, kiryarên li dijî mirovahiyê yên li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin, protesto kirin. -
Li pêşiya Parlamenta Swêdê protestoya ji bo Kevser Elturk
Kiryara li dijî mirovahiyê û teşhîrkirina bedena gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) li ber Parlamenta Swêdê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. -
'Xwerêveberî mînaka demokrasiya yekser û radîkal e'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk da xuyakirin, dewleta Tirk di bin navên cuda de rewşa awarte îlan kiriye û destnîşan kir, ku ji bo karibe jiyana xwe bidomîne divê gelê Kurd jiyana xwe li gorî van mercan bi rêxistin bike. -
Delal Amed: Divê jin bi rola pêşengiyê rabin
Fermandar Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed destnîşan kir, ku divê jinên Kurd di avakirin û parastina xwerêveberiyê de bi rola pêşengiyê rabin. -
Jin ji bo Kevser Elturk daketin kolanên Kolnê
Meclîsa Jinan a Viyan a li Kolnê, ji bo gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ji aliyê dewletê ve hat înfazkirin û îşkence li cenazeyê wê hat kirin, çalakî lidar xist. -
Meşa edaletê li Parîsê dewam kir
Bi daxwaza ronîkirina hêzên tarî yên li pişt Komkujiya Parîsê meşa “edalet û ronîkirinê” ya her Çarşem pêk tê vê hefteyê jî hat lidarxistin. Kurdistaniyan bendên reş li serê xwe girêdan û meşiyan. -
Jin wê nobeda aştiyê bigirin
Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, bang li hemû jinan kir ku nobeda aştiyê bigirin. -
Jinên Suryanî ji bo xweparastinê perwerde dîtin
Jinên Suryanî yên li Rojava dijîn, bi dîtina perwerdeya siyasî û leşkerî re ji aliyê xweparastinê ve gaveke girîng avêtin. -
'AKP di şer de şîdeta cinsî rewa dike'
CSMD, xwest şer, şîdeta cinsî/şîdeta ji ber şer tavilê bi dawî bibe û edalet pêk bê.