Delal Amed: Divê jin bi rola pêşengiyê rabin
Fermandar Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed destnîşan kir, ku divê jinên Kurd di avakirin û parastina xwerêveberiyê de bi rola pêşengiyê rabin.
Fermandar Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed destnîşan kir, ku divê jinên Kurd di avakirin û parastina xwerêveberiyê de bi rola pêşengiyê rabin.
Fermandar Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed destnîşan kir, ku divê jinên Kurd di avakirin û parastina xwerêveberiyê de bi rola pêşengiyê rabin.
Amed der barê mijarê de bersiv da pirsên ANF'ê û got, "Hikûmet û dewleta AKP'ê bi 24'ê Tîrmehê re li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dest bi mezintirîn êrîşa hewayî kir. Qîma xwe bi operasyonên leşkerî neanî; di heman demê de li hemberî gelê welatparêz ê Kurd û xebatkarên HDP'ê dest bi pêla girtinê kir. Di nava sê hefteyan de ji gelê me bi qasî 1.500 kes girtin. Bi vî rengî li hemberî tevahiya gelê Kurd, şerekî topyekûn da destpêkirin."
'DAXUYANIYÊN RAYEDARÊN TIRK ÊN LI SER BÎLANÇOYÊ, BI TEMAMÎ DEREW IN'
Amed da xuyakirin ku li gundê Zergelê yê Qendîlê mirovên sivîl hatin qetilkirin û got, "8 mirovên me yên bêguneh bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Ev jî înkar kirin. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê komkujiya Roboskî kirin û xwestin vê veşêrin, li Zergelê jî hewl dan heman tiştî bikin. Lê derket holê, ku yên li Zergelê jiyana xwe ji dest dane mirovên me yên sivîl in. Ev yek ji aliyê heyetên hatin herêmê ve hat aşkerakirin."
Amed bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Tirk ên li ser bîlançoya êrîşên xwe û ev agahî da: "Îdîa dikin ku di êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de 300-400 windahiyên me hene. Lê ev nerast e. Bi temamî derew e. Ji bo gelê me bitirsîne, bixapîne û zextê bikin, vê propaganda derewan dikin. Bi armanca şerê psîkolojîk ev propaganda tê kirin. Di van êrîşan de, hevrêyên me yên jiyana xwe ji dest dane, me tevî agahiyên nasnameyên wan, wêneyên wan jî weşand. Di vê mijarê de tiştekî ku em ji raya giştî vedişêrin nîne."
'EGER ÊRÎŞ BIDOMIN, TECRÎD DEWAM BIKE, WÊ ŞERÊ KU ME HÎNÊ NEDANE DESTPÊKIRIN DESTPÊ BIKE'
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Bila tevahiya gelê me, demokrat û gelên azadîxwaz ên Tirkiyeyê vê zanibin; em nikarîbûn li hemberî van êrîşan bêdeng bimana. Li hemberî van êrîşan çalakiyên bersivdayînê yên gerîla destpê kirin. Hemû çalakiyên hêzên me yên gerîla, heta niha ji bo bersivdayînê ne. Di vê pêvajoya ku hînê ji aliyê me ve bi temamî nehatiye destpêkirin de derdikeve holê ku hikûmet û dewleta AKP li hemberî hêzên me têk çûne. Eger tecrîda ev 5 meh in li ser Rêberê me tê meşandin di demeke kurt de neyê rakirin, mercên pêwîst neyên afirandin, di heman demê de eger dawî li zext û girtina gelê me neyê anîn, ev şerê ku me hînê bi temamî destpê nekirine, wê destpê bike."
'LI DIJÎ ÊRÎŞAN XWEPARASTINA GELÊ ME REWA YE'
Amed diyar kir ku li bajarên Kurdistanê, bi pêşengiya ciwanan gelê Kurd, li kolan, tax û navçeyan ji bo xwe ji êrîşên polîsên AKP'ê biparêze ketiye pozîsyona parastinê û destnîşan kri ku ew xwerêveberiyên di vê çarçoveyê de li Gimgim, Farqîn, Silopiya, Cizîr, Gever, Şezmînan û cihên din ên li Kurdistanê hatine ragihandin û berxwedana tê nîşandan, silav dikin.
Amed got, "Bêguman hemû tedbîrên ji bo pêşîgirtina li van êrîşan hatine wergirtin rewa ne. Lê belê divê bi xweseriyê re gel xweparastinê jî ava bike. Girîng e gelê Kurd li her devera lê ye li ber xwe bide û xwerêveberiyê ragihîne. Ev berxwedaneke demkî nîne. Ragihandina xwerêveberiyê pêvajoyeke. Heta ku gelê Kurd azad bibe divê ev pêvajoya dewam bike û hîn bêhtir berfireh bibe. Divê polîs nikaribe bikeve ti mal, kolan, kargeh û taxê. Pêwîste gelê Kurd xwedî li ewladên xwe derkeve. Divê ev polîsên ku li nava kolanan çi extiyar, çi ciwan her kesî qetil dikin, nikaribin bikevin qadên azad. Weke ku me di dîmenê li Geverê de dît, em nehêlin polîsên ku îşkence li ciwanan dikin karibin bi hêsanî bikevin nava malên me. Bêguman ê ku vê berxwedanê bike gelê me yê welatparêz e. Niha gerîlayên me çalakiyên bersivdayînê yên pêwîst lidar dixin. Lê belê parastina xwerêveberiyan wezîfeya gel e. Li ser vê bingehê girîng e tevahiya gelê Kurd rabe ser piyan û bi awayekî topyekûn li ber xwe bide."
'GIRÎNG E JIN DI AVAKIRIN Û PARASTINA XWERÊVEBERIYAN DE ROLA PÊŞENGIYÊ BILÎZIN'
Amed di avakirin û parastina xwerêveberiyan de bal kişand ser rola jinan û got, "Di hemû şer û komkujiyan de yên herî zêde mexdûr dibin jin in. Em jî weke hêzên parastina jinê di vê pêvajoyê de destûrê nadin vê, em ê destûrê nedin. Niha ti hêza me li bajaran nîne, lê belê di komkujiyên gengaz ên li hemberî jinan de eger pêwîstî pê hebe di vê mijarê de em ê çalakiyên bersivdayînê lidar bixin. Ji bo ev rû nede, bêguman divê jinên Kurd di avakirin û parastina xwerêveberiyê de bi rola pêşengiyê rabin. Divê jin hemû li ber xwe bidin û bibin şopdarên berxwedana jinê ya li YPJ û YPJ-Şengalê. Di vî warî de berpirsyariyeke giran dikeve ser milê jinên Kured. Divê were zanîn ku hedefa destpêkê di êrîşan de jin in. Li Şengalê jinên me yên Kurd hatin revandin, li bazaran hatin firotin. Beriya demeke kurt hovîtiyeke bi vî rengî hat serê jinên Kurd. Girîng e were zanîn ku yê ev yek kir, zîhniyeta AKP'ê ya DAIŞ'ê bû. Duh DAIŞ bû, îro AKP ye. Divê ev êrîş neyê ji bîrkirin û ji ber vê yekê jinên Kurd xweparastinê ava bikin û bi awayekî aktîf beşdar bibin. Jinên Kurd nikarin xwe di malê de biparêzin. lewma divê sînorên jê re hatine xêzkirin derbas bikin û parastina xwe tavilê ava bikin. Em weke hêzên YJA Star, ji bo parastina gelê me û jinên me çi pêwîst be, amade ne her tiştî bikin."
'EM Ê TOLA HEVRÊYA XWE EKÎN WAN HILÎNIN'
Fermandar Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, der barê înfazkirina gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan (Kevser Erturk) û îşkenceya li cenazeyê wê de ev nirxandin kir: "Hikûmet û dewleta AKP'ê bi agir dilîze. Hevrêya me Ekîn Wan (Kevser Erturk) ku veguherî sembola têkoşîna xweparastinê ya li dijî zexta li gelê me tê kirin, heta dawiyê şer kir û bi rûmetdarî şehîd ket. Em berxwedêr û milîtana azadiyê hevrê Ekîn bi rêzdarî bibîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê tola wê hilînin. Îşkence û heqareta li cenazeyê hevrêya me Ekîn hat kirin û li nava kolanan bi tazî hat hiştin, êrîşen li dijî rûmeta tevahiya gelê Kurd e. Ji vê hovîtiyê wêdetir tiştek nîne. Gerîlayeke me ya jin a li çiyê ji bo azadiya gel û jinên Kurd şer dike, bê guman rûmet û şerefa gelê Kurd e. Heqaret û îşkenceya li cenazeyê hevrêya me Ekîn hat kirin, binpêkirina nirxên civaka Kurdistanê ye. Ev yek di heman demê de bêçaretiya dijmin nîşan dide. Bêguman gelê Kurd wê xwedî li nirxên xwe yên civakî, li şeref û namûsa xwe xwedî derkeve û vê bêrûmetiya tê ferzkirin ti carî qebûl neke."
Amed da xuyakirin ku di nava sîstema dewleta Tirk de cihê edalet û hiqûqê nîne û da zanîn ku gelê Kurd ê xwerêveberî ragihandiye, divê zanibe ku li dijî zîhniyeta êrîşî cenazeyan jî dike, bi amûr û navgînên şoreşgerî têkoşîn were dayîn.
BANGA BERXWEDANA TOPYEKÛN
Delal Amed bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Afirînerê aştiyê Rêberê me niha li Îmraliyê berxwedaneke mezin nîşan dide. Rêberê me ji bo me sedema şer û aştiyê ye. Weke milîtanên Rêber Apo em ê polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê hilweşînin. Heta Rêberê me azad bibe, wê têkoşîna me bi hemû hêza me dewam bike.
Di vê çarçoveyê de divê gelê me, bi taybetî jî jin bersivê bidin vê berxwedana Rêberê me. Li hemberî êrîşên polîsên AKP'ê bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin. Bi têkoşîna xwerêveberiyê re em ê xwe bigihînin Kurdistana Azad û Rêberê Azad."