Îşkenceya derveyî mirovî ya li hember cenazeyê gerîlaya YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Wan) li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê jinan ve hat protestokirin.
ANF
BRUKSEL
duşem, 24 gelawêjê 2015, 20:05
Îşkenceya derveyî mirovî ya li hember cenazeyê gerîlaya YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Wan) li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê jinan ve hat protestokirin.
Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Berîtan ve îro saet 14.00’an li Place de Luxembourg hat lidarxistin, li gel Kurdistaniyan, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Tirkiyeyiyên demokrat amade bûn.
Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û belavkirin. Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropa Emel Gullu di axaftina xwe de got: “Êrîşa li hember hevala Ekîn Wan hatiye kirin, êrîşa li hember jina Kurd e. Lê ti hêz nikare bîrdoziya rizgariya jinan bişkîne. Ekîn Wan rûmeta me, tazîbûna me û azadiya me ye.”
Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Faşîst TC em hemû Ekîn Wan in”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî YPG / YPJ”, “Bijî HPG”, “Jin, jiyan, azadî” hatin gotin.