Jin wê nobeda aştiyê bigirin
Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, bang li hemû jinan kir ku nobeda aştiyê bigirin.
Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, bang li hemû jinan kir ku nobeda aştiyê bigirin.
Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo nobeda aştiyê ya 19'ê Tebaxê roja Çarşemê saet di 19:30 de banga tevlîbûnê li jinan kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tirkiye dişewite. Silopiya dişewite. Farqîn dişewite. Gimgim dişewite. Şemzînan dişewite. Lice dişewite. Em nikarin agahî jê bigirin. Çend kes mirin, çend kes birîndar bûn, em nizanin" û ev xal hat destnîşankirin: "Yên çûne Silopiyayê behsa şopa fîşekan li hemû avahiyan, birîndarên nikarin biçin nexweşxaneyê, parçeyên cesedan ên li ser rêya Gimgimê dikin. Yên çûne Farqînê behsa dikanên ji aliyê polîsan ve hatine şewitandin, yên çûna Şemzînanê behsa malên gel ên hatine valakirin dinin. Behsa bedena gerîlayeke jin a li Gimgimê hat qetilkirin û tazîkirin, dikin."
ROJA ÇARŞEMÊ LI MEYDANA GALATASARAYÊ
Di daxuyaniyê de ji bo nobeda aştiyê ya 19'ê Tebaxê roja Çarşemê saet di 19:30 a li Meydana Galatasarayê banga tevlîbûnê li jinan hat kirin û hat gotin, "Li her cihê hûn lê ne, li zingil, qûşxane, dahol, pîspîskan bixin û li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Em ê li dijî qetilkirina zarok, jin û ciwanan li pêş çavên me, dengê xwe bilind bikin. Em di aştiyê de israr dikin."