Rojda a ji Kobanê li Kolnê hat veşartin

Jina ciwan Rojda Elî ya berî mehekê ji Kobanê hat Elmanyayê û li vir jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kolnê hat veşartin.

Jina ciwan Rojda Elî ya berî mehekê ji Kobanê hat Elmanyayê û li vir jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kolnê hat veşartin.

Wecîbeyên olî ji Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ji aliyê Mele Şafî ve bi cih hat anîn û cenaze saet di 12:00 de li Westfrîedhof a Kolnê hat veşartin.

Di merasîma cenaze de malbat, xizmên wê, xebatkarên PYD'ê, xebatkarên Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê, xebatkarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê û Rojavayî amade bûn.

Li dû merasîmê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê xwarina xêrê hat belavkirin. Kekê Rojda Elî Mervan Elî li merasîmê peyivî û got, "Rojda 17 salî bû. Doktoran digotin di mîdeya wê de kîstek heye. Hat emeliyatkirin û ew kîsta avê teqandin."

...