Rapora li ser qetilkirina Kevser Elturk

Der barê qetilkirina Kevser Elturk (Ekîn Wan) û îşkenceya li bedena wê ya tazî hat kirin de, lêkolîn hatin kirin. Parêzer Eren Keskîn destnîşan kir ku ev yek, sûcê şer e.

Parêzvana Mafên Mirovan û parêzera li ser sûcên li dijî mirovahiyê lêkolînê dike Eren Keskîn, rapora ji sê rûpelan a li ser mijarê amade kir, ji ANF'ê re ragihand. Keskîn diyar kir ku bi çeka kanasê gule li aliyê çepê yê kemaxa Elturk ketiye, ji ber vê neyê hînê derneketiye holê ku hingî jiyana xwe ji dest dabû yan na, lê belê di dema şuştina cenaze de di qirika wê de şopa ben û li ser bedena wê şopên îşkenceyê hatiye dîtin. Keskîn, der barê weşandina wêneyê bedena tazîkirî ya Elturk di medya civakî de bi Midûrê Emniyetê yê Gimgimê re hevdîtin kiriye û anî ziman ku Midûrê Emniyetê jê re ragihandiye, dibe ku ev wêne ji aliyê ekîba lêkolînkirina cihê bûyerê ve hatibe kişandin, lê belê nizane bê ev ekîb ji ku hatiye. Keskîn destnîşan kir ku sûcê li dijî Elturk hatiye kirin sûcê şer e û divê li gorî vê sûcî were nirxandin.

'GEL GELEKÎ JÊ HEZ DIKIR'

Kader Kevser Elturk (Ekîn Wan) di sala 1986'an de li navçeya Wan Ebexê ji dayik bû, di sala 2008'an de tevlî refên PKK'ê bû û sê sal bû li bejahiya Gimgimê bû. Keskîn anî ziman ku Elturk jineke ciwan a ji aliyê gel ve gelekî jê dihat hezkirin bû û da zanîn ku li gorî vegotinên şahidan, Elturk bi taybetî di mijara şîdeta li hemberî jinê de gelekî hesas bû û bi gotina 'eger we şîdeteke biçûk a li hemberî jinê dîtin, yekser agahî bidin min' di vê mijarê de jin zane dikir, lewma jinan gelekî jê hez dikirin.

'DIBE KU BI ERDÊ VE HATIBE KAŞKIRIN AN JÎ ÎŞKENCE LÊ HATIBE KIRIN'

Keskîn da zanîn ku Elturk di 10'ê Tebaxa 2015'an de di şerekî li Gimgimê de jiyana xwe ji dest daye û li gorî şahidên jê re axivîne, ev per li pêşiya Gimgimê rû daye, di dema bûyerê de mirovên sivîl li derdorê nebûne, hêzên dewletê di destpêkê de fîşekeke ronîkirinê avêtine cihê bûyerê û dûre bi çeka jê re kanas tê gotin gule berdane kemaxa Ekîn Wan. Keskîn ragihand ku cihê fîşeka kanasê lê ketiye parçe bûye, lê belê malbatê û xizmên wê di dema şuştina cenaze de şopên ben û îşkenceyê di stu û bedena wê de dîtine, lewma dibe ku bi erdê ve hatibe kaşkirin an jî îşkence lê hatibe kirin.

'MIDÛRÊ EMNIYETÊ DIBÊJE HAYA WÎ JÊ NÎNE EKÎBA LÊKOLÎNKIRINA CIHÊ BÛYERÊ JI KU HATIYE'

Keskîn anî ziman ku li cihê Elturk lê hat qetilkirin, wêneyên bi kinc û tazî yên bi heman şêweyî li erdê dirêjkirî hatine kişandin û da zanîn ku di wêne de 3 şexsên mêr ên lepikên şîn di destê wan de û lingê wan dihat dîtin, heye. Keskîn diyar kir ku der barê weşandina van wêneyan li medya civakî de, ji aliyê Waliyê Mûşê Vedat Buyukersoy ve hatiye dayîn, ragihandiye ku der heqê kesên ev wêne di medya civakî de weşandine de lêpirsîn hatiye destpêkirin, lê ti pêşketin di vê lêpirsînê de nîne. Keskîn da xuyakirin ku wê bi Midûriyeta Emniyetê ya Gimgimê re jî hevdîtin kiriye, midûrê emniyetê jê re ragihandiye ku wêne ji aliyê ekîbeke wan ve nehatiye kişandin, dibe ku ji aliyê ekîbên lêkolînkirina cihê bûyerê ve hatibe kişandin, lê heman midûrê emniyetê gotiye ku ekîba lêkolînkirina cihê bûyerê 'ji derve' hatiye, lê nizane ji ku hatiye, dibe ku ji Wan an jî Erzîromê hatibe. Keskîn da zanîn ku li cihekî weke Gimgimê ne pêkane ku midûrê emniyetê nizanibe ekîba lêkolînkirina cihê bûyerê ji ku hatibe, ji xwe di dosyayê de tê destnîşankirin ku kîjan ekîp çûye ku derê. Keskîn anî ziman ku ew bi dozger re jî axiviye, dozger gotiye ku lêpirsîn dewam dike, lê belê hînê rapora otopsiyê nehatiye.

JI BER BÎRANÎNA ŞEXS, GILÎ HAT KIRIN

Keskîn bal kişand ser aliyê hiqûqî yê bûyerê û diyar kir ku kekê Elturk Abdullah Erturk bi rêya parêzeran di 17.08.2015'an de li ser bingeha benda 2. a Xala 130. a TCK ya bi serenavê 'Heqareta li bîranîna şexs' gilî kiriye.

Keskîn ragihand ku dewleta Tirk li herêma şer, ji salên 1990'î û vir ve gelek caran li hemberî jinan sûcê şer kiriye û diyar kir ku hêzên dewletê dest avêtine jinan û keçên biçûk di sektora fûhûşê de dane xebitandin. Keskîn da xuyakirin ku ew bûne şahîd ku cenazeyên gerîlayên jin ên li Kurdistanê bi awaekî tazî li pişt tankan hatine girêdan û li erdê hatine kaşkirin û da zanîn ku wan hingî jî gilî kiribûn, lê belê wê çaxê kesî ji wan bawer nedikirin û ev yek ji nedîtî ve dihat. Keskîn diyar kir ku bi saya medya civakî êdî gelek sûcên şer ên li Kurdistanê diqewimin yekser li cîhanê belav dibe û destnîşan kir ku bûyera bi serê Elturk jî hat yek ji van sûcên şer e.

PIRS Û DAXWAZ 

Keskîn, li ser esasê rapora amade kiriye pirs û daxwazên têkildarî mijarê wiha rêz kir:,

1: Mirovek ji kemaxa xwe gule xwaribe, hema tavilê ku jiyana xwe ji dest bide, ne li gor aqilane. Lewma pêwîst e sedema mirina Kevser Elturk derkeve holê û rapora otopsiyê bilez were aşkerakirin. 

2: Gotina, ‘Dibe ku lêkolîna cihê bûyerê wêne kişandibe’ ya Midûriyeta Polîsan a Gimgimê pêwîst e  mirov bigire dest û di vê mijarê de tavilê lêpirsînek were destpêkirin. 

3: Ji ber tê zanîn ku ekîbên pispor ên di qadên sûcên înformatîk de dixebitin hene, bi awayekî lez dikare were diyarkirin bê kê wêneyên Kader Kevser Elturk ji tora civakî re serwîs kirine, lê heta niha ku nehatiye dîtin, fikara sûcdar tên parastin çêdike. 

4: Pêwîst e dozgerî lêpirsînê bilez bike, tavilê bi encam bike, berpirsyaran tespît bike û dozê veke.