Hovîtiya li cenazeyê Ekîn Wan hat kirin li Hagenê hat şermezarkirin

Hovîtiya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin û çanda destavêtinê ya AKP'ê, li bajarê Elmanya Hagenê hat şermezarkirin.

Hovîtiya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin û çanda destavêtinê ya AKP'ê, li bajarê Elmanya Hagenê hat şermezarkirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Fîdan, bi tevlîbûna bi sedan jinan meş û mîtîngek hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Jin jiyan azadî", "Ekîn Wan namire", "Bijî piştgiriya navneteweyî" hatin qîrîn.

Li dû meşê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Nûnera Meclîsa Jinê ya Fîdan li ser qetilkirina Ekîn Wan belavokek bi zimane Elmanî xwend. Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...