Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk da xuyakirin, dewleta Tirk di bin navên cuda de rewşa awarte îlan kiriye û destnîşan kir, ku ji bo karibe jiyana xwe bidomîne divê gelê Kurd jiyana xwe li gorî van mercan bi rêxistin bike.
Endama Koordînasyona PAJK'ê Stêrk diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê bûyer û pêşketinên mezin û girîg diqewimin û got, "Rewşeke werçerxê ye. Beriya her tiştî, em têkoşîn û berxwedana gelê xwe ya di vê rê de dimeşîne silav dikin."
Stêrk anî ziman ku demokrasiyên rasteqîn, demokrasiyên yekser in ku gel xwe bi xwe bi rêve dibe û destnîşan kir ku sîstema xwerêveberiyên herêmî yên demokratîk, ku bi vîna demokratîk a gel tên avakirin, mînakeke rasteqîn a demokrasiyê ye.
Stêrk got, "Ev yek ne demokrasiya lîberal e, mînakeke demokrasiya radîkal e. Ne temsîlî ye, ne bi navbeynkarî ye, mînaka demokrasiya ku rojane polîtîkaya xwe yekser diyar dike û xwe bi rêve dibe ye. Bi qasî ku em dişopînin, bi şertê ku ne faşîst bin, gelê me xwe li tevahiya beşên civakê re vekiriye. Rewşeke nû ya civakî ya demokratîk, sîstema komunan li gund û taxan ava dike. Meclîsên gel, meclîsên jinê yên demokratîk ava dike. Her kesê bixwaze dikare di nava van komun û meclîsan de cih bigirin. Lewma hem ji bo Kurdistanê, hem ji bo herêmê, hem jî ji bo cîhanê dibe tecrûbeyeke nû ya bicihanînê. Mînakeke demokrasiya yekser, demokrasiya radîkal e. Ev yek ne tenê propagandayeke. Ev êdî bûye rêbazeke rêxistinbûyîn û jiyaneke nû ye, ku ketiye meriyetê. Kurd li her devera lê dijîn, vê rêbaza jiyana demokratîk a radîkal a nû, dixin meriyetê. Ev yek ferasetek û pêkanîneke demokrasiyê ya bi rêbaza Kurdistanê ye."
'DEWLETÊ BI ÎLANKIRINA REWŞA AWARTE BERSIV DA'
Stêrk diyar kir ku bersiva dewletê ya li vê pêşketina demokratîk, bi siyaseta înkar û tinekirinê ya 90 salî hat dayîn û anî ziman ku dewlet bi awayekî înkar û tolhildanê nêzî demokratîkbûyînê dibe.
Stêrk ragihand ku dewlet dixwaze vê asta demokratîkbûyînê ya derketiye holê tine bike û ev nirxandin kir: "Mîna salên 90'î li Kurdistanê rewşa awarte xistiye meriyetê. Her çend navê rewşa awarte lê nekiribin jî, rastî ev e. Gundên Kurdistanê bi tank û topan bombe dike. Obus û hawanên beriya niha diavêt qadên gerîla, niha diavêje gundan. Gundê Şapata yê Şemzînanê bi obus û hawanan şewitand, hilweşand. Bi Kobrayan gule li gund reşandin. Gel bi rojane di gund de asê maye. Li Silopiya, Giyadîn, Gimgim, Cizîr, Farqîn, Lice û gelek bajar, navçe, gund û gaxên Kurdistanê mîna kolan û taxên Kobanê şewitandiye. Gundên Kulan û Muskan ên Gimgimê ji aliyê helîkopterên Kobra ve hatin gulereşandin. Dixwazin Farqînê jî bikin mîna şemzînanê. Silopiya beriya hefteyekê veguherandin Kobanê. Li navçeyê bi dehan mal şewitandin. Bi rêbaza DAIŞ'ê mirovên me yên sivîl qetil kirin, qetil dikin. Li Giyadînê hovîtiyeke mezin kirin. Du ciwanên sivîl ên hînê zarok bûn, li pêş çavan bi hovane qetil kirin. Li Esenler a Stenbolê, ji ciwanên şîdet û şerê dewletê protesto dikirin, Firat Elma yê 17 salî qetil kirin."
'DIVÊ HER KES HURMETÊ NÎŞANÎ BIRYARA GELÊ ME BIDE Û DESTEKÊ BIDE'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk da xuyakirin ku weke Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê, di serî de jin bang li hemû hêzên azadî û demokratîk dikin û got, "Ti proje û biryareke dewleta navendî ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne. Ji ber vê yekê gelê Kurd biryar daye çareseriya xwe bi destê xwe pêk bîne. Girîng e her kes hurmetê nîşanî vê biryara gelê me bide, destek bidin û tevlî bibin. Li her devera xwerêveberî lê hatine ragihandin, em bang lih er kesî dikin ku li dijî êrîşên dewlet, tevlî helwesta berxwedanê ya gelê me bibin."
'LI ŞÛNA RIZANDINA LI ZÎNDANAN BILA CIWAN BERÊ XWE BIDIN ÇIYAYÊN AZAD'
Zilar Stêrk da zanîn ku ev şer û êrîş li dijî tevahiya Kurdan e û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê pêwîstî pê heye gelê Kurd jiyana xwe li gorî konsepta êrîşa topyekûn bi rêxistin bike.
Stêrk diyar kir ku berxwedana li dijî şer êdî ji bo hemû Kurdan bûye rêbazeke jiyanê û got, "Ji ber vê yekê li ti cihê Kurdistanê jiyan bi awayekî asayî nameşe. Her tişt bi awarte dimeşe. Li hemberî rewşa awarte ku dewleta Tirk a mêtînger di bin navên cuda de ragihandiye, divê gelê Kurd ji bo karibe xwe li ser piyan bigire, jiyana xwe li gorî van mercan bi rêxistin bike. Lewma em bi taybetî bang li jin û ciwanan dikin ku tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin, jiyana xwe li gorî vê bi rêxistin bikin. Bangeke din em li ciwanan dikin; Divê ciwan mehkûmî zîndanên dewleta mêtînger-qirkirinê nebin. Li şûna ku emrê xwe di zîndanan de birizînin, li şûna ku leşkeriyê ji dewleta mêtînger re bikin, bila werin çiyayên bi rûmet û azad ên Kurdistanê!"