Li Baselê ji bo Kevser Elturk çalakiya protestoyî
Li Baselê, endamên Jinên Ciwanên Azad, kiryarên li dijî mirovahiyê yên li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin, protesto kirin.
Li Baselê, endamên Jinên Ciwanên Azad, kiryarên li dijî mirovahiyê yên li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin, protesto kirin.
Li bajarê Swîsre Baselê, endamên Jinên Ciwanên Azad, kiryarên li dijî mirovahiyê yên li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin, protesto kirin.
Jinên ciwan li Claraplatz a Baselê civiyan û destnîşan kirin ku ew ê îşkence û sûcê li hemberî jinan tên kirin qebûl nekin û li dijî vê têbikoş in.
Di çalakiyê de jinên ciwan pankartên bi nivîsa "Em ê êdî nehêlin AKP û DAIŞ jinan qetil bikin" hilgirtin û li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û îşkenceya li cenazeyê Ekîn Wan hat kirin, belavok belav kirin. Jinên ciwan dirûşmên "DAIŞ, Erdogan ji Kurdistanê bicehimin", "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.
BANGA BEŞDARIYA LI MEŞA NAVENDÎ
Li dû çalakiyê, ji bo meşa îro ya li Dreîrosenpart a saet 16'an bi pêşengiya DEM-KURD'ê tê lidarxistin, banga beşdariyê hat kirin.