Dray: Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê berpirsyariya tevahiya civakê ye
Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyeyê psîkoterapîst Şirîn Dray diyar kir ku DAIŞ dixwaze di şexsê jinên Êzidî de tevahiya jinan û civakê ji aliyê psîkolojîk ve teslîm bigire.
Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyeyê psîkoterapîst Şirîn Dray diyar kir ku DAIŞ dixwaze di şexsê jinên Êzidî de tevahiya jinan û civakê ji aliyê psîkolojîk ve teslîm bigire.
Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyeyê psîkoterapîst Şirîn Dray diyar kir ku DAIŞ dixwaze di şexsê jinên Êzidî de tevahiya jinan û civakê ji aliyê psîkolojîk ve teslîm bigire û got, "Têkoşîna li dijî hovîtiya DAIŞ'ê ne tenê karê jinan e, berpirsyariya tevahiya civake ye."
Dray di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF'ê de ragihand, ku şer li gorî xwezaya xwe, bandorê li hemû beşên civakê dike û got, "Li fîzîk, hest û nêrîna civakê dide. Ji ber vê yekê şer ji bo civakê tê wateya hilweşînê."
Dray anî ziman ku şer herî zêde tesîrê li ser hestan dihêle û ev nirxandin kir: "Hestan ko dike, ruh diêşîne. Yek bi yek ji şexsan destpê dike û bi vî rengî tevahiya civakê qetil dike. Şikestina civakê di hestan de pêk tê. Ji bo ji hêz û moralê bixîne, yên xwedî hêz êrîşî ruhê mirovan dikin. Şopên herî mayînde yên şer bi vî rengî di nava ferd û civakê de bi cih dibin. Ji bo vê jî rêbazên taybet tên hilbijartin. Wêneyên ku neyên ji bîr kirin di hişê mirovan de tên bicihkirin. Ji bo vê jî êrîş li hemberî nirxên bingehîn ên civakê tê kirin. Hewl didin ji wir derbê lê bidin."
Dray da xuyakirin ku DAIŞ vê hesap dike û serî li wan rêbazên xwe dide û got, "Bala xwe bidinê; rêbazên tên hilbijartin ji bo bandorê li mirovên tê kuştin nayê bikaranîn. Ji ber ku ew mirov ji xwe tê kuştin. Ya ji bo wan girîng ew e ku bandoreke psîkolojîk li ser mirovên mayî bike. Dixwazin ji aliyê psîkolojîk ve mirovan têk bibin. Lewma rêbazên hovane dixe dewrê.
Çeteyên DAIŞ'ê ji bo vê armanca xwe, mirovan li pêşberî ekranan bi rêbazên li dijî mirovahiyê qetil dike û vê yekê weke malzemeyeke propagandayê bi kar tîne. Bi afirandina tirsê re dixwazin tevahiya civakê teslîm bigirin."
'JINAN SERÎ HILDAN'
Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyeyê psîkoterapîst Şirîn Dray bal kişand ser rewşa jinan a li nava civakê û anî ziman ku jin du caran tê binpêkirin. Dray got, "Di rewşa heyî ya civakî de gelo mirov dikarin bêjin mêrekî ji rêzê azad e? Na, tiştekî bi vî rengî nîne. Ji ber ku mêr ji aliyê sîstemê ve hatiye qelskirin, serî li ber her tiştê jê re tê gotin, serî li ber her fermanê ditewîne, qebûl dike. Veguheriye koleyê sîstema zextdar. Mêrê ku gihaştiye vê asta koledariyê, jinê jî ji xwe re dike kole. Jin hem ji aliyê sîstemê hem jî ji aliyê mêr ve ketiye rewşeke koledariyê û tê binpêkirin. Ji ber vê yekê dibêjim ku jin du caran tê binpêkirin.
Lê belê li hemberî vê yekê, têkoşîneke azadiyê ya jinê derket holê. Jinan dest bi lêpirsîna vê sîstema zextdar kirin. Rahiştin çekê û dest bi şer kirin. Daketin meydanan û li mafên xwe geriyan. Serîtewandina li ber her tişta tê gotin, weke qeder nedîtin."
'JINA TESLÎM BÊ GIRTIN, CIVAKA TESLÎM BÊ GIRTIN E'
Dray diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşên xwe yên qirêj ên li hemberî jinê re xwest tirseke demdirêj, şikestina baweriya ji xwe ya jinan û psîkolojiya teslîmbûnê biafirînin. Dray got, "Jineke qelsbûyî, jineke bêbawerî, jineke dûrî ji têkoşîna azadiyê tê wateya civakeke teslîmbûyî. Ji ber vê yekê bi awayekî cidî êrîşî jinan kirin. Lê belê sekna jinan a li hemberî vê di roja îro de cuda ye. Jin ket nava pozîsyoneke li mafê xwe digere û li dijî zilmê li ber xwe dide. Berê li hêviya bav, birayê xwe û hevserê xwe bû ku wê biparêze. Lê belê îro xwe bi xwe diparêze. Divê jin vê têkoşînê xurttir bikin, ku ev êrîş negihêjin armanca xwe.
Pirsgirêk ne tenê jinên Kurd e, ne tenê jinên Êzidî ye. Ya hatiye hedefkirin hemû jin in. Lewma divê jin hemû di nava yekîtiyê de li dij vê derkevin û têbikoş in."
Dray da zanîn ku ev êrîşên li hemberî jinê di heman demê de li dijî tevahiya civakê hatine kirin û got, "Lewma têkoşîna li dijî êrîşan ne tenê karê jinan e. Bêguman divê jin hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe bikin yek û têbikoş in. Lê belê têkoşîna li hemberî vê berpirsyariya tevahiya civakê ye."
'YÊN ZILMÊ DIKIN DIVÊ JI ALIYÊ PSÎKOLOJÎK VE WERIN TEDAWÎKIRIN'
Dray di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk a li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan kir û got, "Zîhniyeta îşkence li jinên Êzidî dike çi be zîhniyeta îşkence li gerîla Ekîn kir jî bi heman rengî ye. Hovîtî, zilm weke hev in. Ji kê tê bila were, aliyê hevpar ê rewşên bi vî rengî ew e ku xwedî heman zîhniyet û psîkolojiyê ye."
Dray da xuyakirin ku yên êrîşên bi vî rengî dikin xwedî pirsgirêka psîkolojîk in û destnîşan kir ku divê ev ji sedî sed bên tedawîkirin.