Ji saziyên jinan daxwaza 'bila şer biqede, muzakere destpê bike'

Jinan nerazîbûn nîşanî şerê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin dan û xwestin, di mercên wekhev de pêvajoya muzakereyê destpê bike.

Jinan li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê metneke îmzeyan weşandin. Di metna ku ji aliyê zêdeyî 600 jin û saziyên jinan ve hat îmzekirin de, hat xwestin ku şer bi dawî bibe û muzakere destpê bike. Di nava kesên metn îmzekirine de hevşaredar, parlamenter, rewşenbîr, hunermend û nivîskarên jin jî hene.

Di metna hevpar de hat gotin, "Zîhniyeta serdest a mêr, berê xwe ji demokrasî, aştî, çareseriyê, wekhevî û azadiyê zîvirand. Bi vê yekê re şaşîtiyeke dîrokî dike û li hemberî mirovahiyê sûcekî mezin dike. Deriyê çareseriyê ku kêm be jî bi pêvajoya diyalogê hat vekirin, bi gavên demokratîkbûyînê yên bi Deklarasyona Dolmabahçeyê û muzakereyê re dikarîbû bi temamî bihata vekirin. Lê belê di rewşeke bi vî rengî de dawî li hevdîtinan hat anîn û konsepta şer ji nû ve hat meşandin."

'EM Ê ŞERÊ TÊ FERZKIRIN QEBÛL NEKIN'

Metna hevpar bi vî rengî dewam kir: "Ji ber binçavkirina mirovan, êrîşên bombeyî, operasyonên siyasî û leşkerî, şewata daristanan, îlana herêma ewlekariyê û koçberiya ji neçarî, sivîl û zarok jî di nav de rojane bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin û jiyan ketiye bin zordestiyê.

Weke jin, tevî her tiştî em bawer dikin ku çareseriya demokratîk û aştî pêkane. Ji ber ku her şer di dawiya dawî de neçar e aştiya xwe biafirîne.

Dîrok bi têkoşînên jin û gelên tecrûbeyên xwe yên aştiyê afirandine, dagirtî ye. Weke jinên ji her ziman, her bawerî û her çandê yên ev mîrateya têkoşînê û tecrûbeyê dewr girtine, em ê şerê ku zîhniyeta bi serdestiya mêr ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe li ser vê erdnîgariyê ferz dike, qebûl nekin.

Li dijî şerxwaziya serdestiya mêr a yekparêz, neteweperest, nîjadperest, milîtarîst û zayendîperest, vîna gelan a biratî, jiyaneke wekhev, edalet, demokrasî, azadî û aştiyê wê pûsûla me jinan be."

'BILA MERCÊN WEKHEV ÊN MUZAKEREYÊ BÊN AFIRANDIN, DEKLARASYON BIKEVE MERIYETÊ'

Jinan xwestin demek ji ya din zûtir mercên bêpevçûnê werin afirandin û pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk dewam bike. Jinan gotin, "Weke ku di hemû mînakên cîhanê de tê dîtin, divê di nava mercên wekhev de mûxatab dest bi muzakereyê bikin. Ji bo muzakere veguherin aştiyeke mayînde girîng e xalên Deklarasyona Dolmabahçeyê bikevin meriyetê."