Li pêşiya Parlamenta Swêdê protestoya ji bo Kevser Elturk

Kiryara li dijî mirovahiyê û teşhîrkirina bedena gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) li ber Parlamenta Swêdê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Kiryara li dijî mirovahiyê û teşhîrkirina bedena gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan), ku di şerekî li navçeya Mûş Gimgimê yê di navbera gerîla û artêşa Tirk de jiyaan xwe ji dest da, li ber Parlamenta Swêdê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Di xwepêşandanê de jineke Kurdistanî xwe li erdê dirêj kir û hewl da hovîtiya li Elturk hat kirin, vebêje. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û hunermendên di çalakiyê de axivîn, zîhniyeta tecawizkar şermezar kirin û bang li Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêd kirin ku li dijî polîtîkaya şer û barbariya AKP û dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.

Di çalakiya li ser banga Meclîsa Jinên Kurd a Amara hat lidarxistin û bi giranî jin beşdar bûn de, daxuyanî ji aliyê Ayşe Goktepe ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Şoreşa Rojava serketina jinan e û destnîşan kir ku di serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de pareke mezin a jinan heye.

Goktepe da zanîn ku Erdogan ê nekarî xwe li van serketinan rabigire, li dijî gelê Kurd dest bi şer kiriye û diyar kir ku hikûmeta AKP jî ji bo hebûna xwe ya di sîstema serdestiya mêr de dewam bike, bi çavsorî êrîşî her şêwe bexwedana jinan dike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kiryarên li dijî mirovahiyê yên li hemberî Kevser Elturk hatine kirin, sûcên li dijî mirovahiyê yên di dema êrîşên dewleta Tirk ên salên 90'î li hemberî Kurdistanê kirî de tîne bîra mirovan û hat destnîşankirin ku polîtîkaya AKP'ê ya çavtirsandinê, wê nikaribe bi jinên Kurd.

Goktepe got, "Em ê li dijî her şêwe tîranî, barbarî û faşîzmê berxwedana xwe xurttir bikin" û bang li civaka navnteweyî û parêzvanên mafên mirovan kir ku li hemberî hovîtiya AKP'ê, piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Hunermenda Yahûdî Dror Feîler û Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu jî di xwepêşandanê de axivîn, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd şermezar kirin û bal kişandin ser girîngiya mezinkirina piştevaniya navneteweyî.

Feîler da zanîn ku nayê qebûlkirin Hikûmeta Swêdê li hemberî hovîtiya dewleta Tirk û talankirina mafên Kurdan bêdeng bimîne û destnîşan kir ku weke parêzvanek mafên mirovan ew ê hîn bêhtir polîtîkaya şer a dewleta Tirk protesto bike.

Di dema xwepêşandanê de du jinên nîşaneya faşîstan kirin hatin bêbandorkirin û polîsên sivîl ew ji ber parlamentê birin.

Di xwepêşandanê de Asli Gul bi zaravayê Zazakî li ser Elturk stran got. Bi qîrîna dirûşmeyan desthilatdariya AKP'ê hat şermezarkirin.

Endama navenda Jinê ya Amara ya Stockholmê dayika 3 zarokan Ûgûrhan Çetînkaya ya beşdarî çalakiyê bû ji ANF'ê der barê çalakiyê de axivî: "Dewleta Tirk di herikîna dîrokê de komkujî li ser me ferz kir. Bi her awayî em qetil kir. Roj bi roj vê hovîtiya xwe mezintir dike. Hovîtiya di 10'ê Tebaxê de li hevala me, li cana me, li kezeba me Ekîn Wan kirin, asta hovîtiya wan radixe pêş çavan.

Em ji bedena tazî ya gerîlayên xwe fedî nakin. Bi vê re em serbilind in. Em ê bersivê nedin wan, heqareta li bedeneke mirî, bêçaretiya wan nîşan dide. Û ez dizanim ku bilêvkirina vê wê tiştekî neguherîne, lê belê yê divê ji ber xwe fedî bike ne gelê Kurd e ne jî jinên Kurd e. Yê divê fedî bike dewleta TC ye.

Weşandina wêneyên tazî yên gerîlayên me yên ji bo me canê xwe fedakirin, nekrofîliya wan nîşan dide. Di serî de zîhniyeta Serokkomarê Tirk Erdogan, ez vê zîhniyeta li dijî mirovahiyê şermezar dikim. Her wiha her kesên li hemberî vê heqareta li bedena mirî ya ewlada me Ekîn Wan hatiye kirin bêdeng mane jî, şermezar dikim.

Me ev bê exlaqiya ku dewleta Tirk ji bo kûrkirina şerê qirêj li cenazeyên me kir, ti carî qebûl nekir, ji niha û pê ve jî em ê qebûl nekin. Bi vê çalakiyê re, ez bawerim ku me sîleyek li rûyê ew kesên ev hovîtî kirine û yên li hemberî vê bêdeng in, xistine.

Me ev çalakî weke Meclîsa Jinê ya Amara organîze kir û çend gotinên min ji bo hikûmeta Swêdê hene: Gelo qanûnên we yên şer nîne? Weke hikûmet li hemberî van hovîtiyan bêdeng nemînin. Neheqiya îro li miriyên Kurdan tê kirin, di asteke ku êdî nayê qebûlkirin de ye. Hûn ji Kurdan re dibêjin şer nekin, baş e. Lê weke jinên Kurd em bêdengiya we ya li pêşberî pêkanînên aliyê din, em şermezar dikin."

...