Li Kolnê çalakiya ji bo Elturk

Endamên Meclîsa Jinan a Viyan a li bajarê Elmanya Kolnê, hovîtiya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kever Elturk (Ekîn Wan) hat kirin ku piştî qetilkirinê bedena wê teşhîrkirin, lanet kirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Viyan a li bajarê Elmanya Kolnê, hovîtiya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kever Elturk (Ekîn Wan) hat kirin ku piştî qetilkirinê bedena wê teşhîrkirin, lanet kirin.

Di çalakiya rûniştinê ya li ber Dêra Domê ya dîrokî de jinan pankartên bi nivîas "Ji şerê faşîst ê AKP-DAIŞ'ê re na", "DAIŞ'ê bidin sekinandin" û "Dewleta Îslam a Tirk, Kurdan qetil dike" vekirin û dirûşmên "Kujer Erdogan" û "AKP ji Kurdistanê bicehime" qîriyan. Jinan şerê qirêj ê AKP li hemberî Kurdistanê dimeşîne, şermezar kir.

Di belavoka li çalakiyê hat xwendin de hat gotin, "Dewleta Tirk di şexsê Ekîn Wan de ev hovîtiya li dijî mirovahiyê û êrîşa zayendîparêz, di serî de li hemberî jinên Kurd li dijî tevahiya jinan kiriye. Em careke din hikûmeta AKP'ê lanet dikin û polîtîkayên qetlîemkar ên li dijî gelê Kurd şermezar dikin."

Jinan bal kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Di rewşeke ku Birêz Ocalan ji bo aştiyê li ber xwe dide de, nabe ku bê tecrîdkirin. Bi vê tecrîdê re dewleta Tirk nîşan da ku li şûna çareseriyê, şer esas digire."

Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.