Jinên Ciwan polîtîkayên şer ên AKP'ê şermezar kirin

Jinên Ciwanên Azad, polîtîkayên şer ên AKP'ê li bajarê Elmanya Bocholtê şermezar kirin.

Jinên Ciwanên Azad, polîtîkayên şer ên AKP'ê li bajarê Elmanya Bocholtê şermezar kirin.

Endamên Jinên Ciwanên Azad, polîtîkayên şer ên AKP'ê û komkujiya li Zergelê şermezar kirin. Di dema çalakiya li navenda Bocholtê de jinan êrîş û komkujiyên AKP û DAIŞ li Kurdistanê dikin vegotin û belavok belav kirin.

Di çalakiyê de jinan wêne û karîkaturên li ser komkujiyan danîn erdê û bi bikaranîna maskeya Erdogan re destnîşan kirin ku berpirsyarê sereke yê komkujiyan Erdogan e.

Jinên Ciwan dan xuyakirin ku ew ê li Bocholtê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin û koalîsyona AKP-DAIŞ'ê bi tundî şermezar kirin. Ciwanan bal kişandin ser xeteriya qirkirinê ya li ser Kurdan û xwestin bomberdûmana herêmên Kurdan tavilê were sekinandin.

...