Jinên Başûrî: Ji bo bîranîna Kevser Elturk em xwe bêhtir bi rêxistin bikin
Jinên li Başûrê Kurdistanê, ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin û piştre îşkence li bedena wê ya tazî hat kirin, banga têkoşînê kirin.
HALÎT ERMÎŞ
HEWLÊR
şemî, 29 gelawêjê 2015, 10:05
Jinên li Başûrê Kurdistanê, ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin û piştre îşkence li bedena wê ya tazî hat kirin, banga têkoşînê kirin.
Aktîvîstên jin ên li Başûrê Kurdistanê gotin, "Bi rêxistinbûyîneke xurttir, divê em têkoşîna xwe mezin bikin û li dijî vê hovîtiyê derkevin."
'DIVÊ JINÊN KURD LI HEMBERÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN'
Endama KNK'ê Perwîn Ezîz anî ziman ku êrîşa li hemberî gerîla Ekîn êrîşa li dijî gelê Kurd û tevahiya jinan e. Ezîz got, "Di şexsê Ekîn de li hemberî jinan êrîşeke hov hat kirin. Yanî êrîşî Kurdan dikin. Ev kiryar sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Dewleta Tirk bi van pêkanînê xwe re nîşan dide ku ji dewmokrasî û çareseriya demokratîk çi fêm dike. Lewma ev yek sûcekî li dijî jinan e, sûcekî li dijî gelê Kurd e."
Ezîz da xuyakirin ku jin di herikîna dîrokê de her tim ji aliyê xwediyên vê zîhniyetê ve hatine binpêkirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Lê belê di şexsê gerîlayên jin de derb li vê zilmê hat xistin. Bi qasî ku ez dizanim bi tenê li Rûsyayê li dijî jineke şoreşger zilmeke bi vî rengî ya hov hatiye kirin. Bedena wê tazî kirine, avêtine nava bajêr û bi vî rengî xwestine ruhê têkoşînê yê jinê bişikînin. Dibêjin qey bi bedena tazî re ew ê karibin jinê teşhîr bikin. Li hemberî vê êrîşê li Ewropayê jinekê bi bedena xwe ya tazî xwe li nava kolanê li erdê dirêj kir, bi vê helwesta xwe re ev polîtîkaya hov a pûç kir. Têkoşîna jinê a li nava gerîla û têkoşîna jinê ya li her qadên din, bi kiryarên ewçend hov re nayê şikandin. Berevajî, jin hîn bêhtir têdikoş in, wê hîn bêhtir têbikoş in. Lê divê em vê yekê bizanibin; Ev yek qirêjiya zîhniyeta bi serdestiya mêr radixe pêş çavan. Ne tenê li Tirkiyeyê, li her deverê ev yek serdest e. Divê jinên Kurd li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Nerazîbûnek hat nîşandan, lê belê kêm bû. Girîng e em dengê xwe bêhtir bilind bikin, li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin."
'AZADÎ BI BERDÊLÊN EKÎN Û HEVRÊYÊN WÊ DIAFIRE'
Endama rêxistina perwerde û zanekirina jinê ya li Helepçeyê Hemîde Cemal Mihemed jî got, "Ekîn Wan sembola lehengiyê ya jinan e. Jin dema li dijî vî mejiyê kevin têdikoşin, haya xwe ji rûyê hov ê vê zîhniyete heye û li gorî wê têdikoş in. Têkoşîna jinê bi êrîşên bi vî rengî naşikê. Dibêjin qey wê bi kiryarên derveyî mirovahiyê re têkoşîna jinan bişikînin. Lê belê em jî dizanin ku heta li hemberî vê zîhniyetê têkoşîn neyê meşandin û berdêl neyê dayîn, ne pêkan e jin azad bibe. Vaye têkoşîna azadiyê ya jinê bi berdêlên Ekîn û hevrêyên wê bi pêş dikeve. Bi van berdêlan wê azadî biafire."
'GIRÎNG E LI HER DERÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN, XWE BI RÊXISTIN BIKIN'
Hemîde Cemal Mihemed bang li hemû jinan kir ku di şexsê Elturk de li dijî vê êrîşa li hemberî mirovahiyê xwe bi rêxistin bikin û got, "Li dijî vê hovîtiyê divê her kes îsyan bike. Ji ber ku ev têkoşîn têkoşîneke maf e, têkoşîneke exlaqê yê, têkoşîneke azadiyê ye. Em hemû dengê xwe berz bikin, hingî em ê karibin vê hovîtiyê bisekinînin. Li hemberî dewleta Tirk divê em biherikin qadan. Bi taybetî divê tevgerên jinan li dijî van kiryarên li dijî mirovahiyê dakevin qadan. Ji ber ku haya wan bi cihê hurmetê yê jinên Kurd di nava civakê de heye, serî li van bê exlaqiyên li dijî jinê didin. Lê belê em ê li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Divê her kes ji bo bîranîna Ekîn Wan dengê xwe bilind bike, li her derê xwe bi rêxistin bike û hesap ji vê hovîtiyê bipirse."