Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma TJK-E ve tê meşandin

Nobeda ji Ocalan re Azadî ya li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, ji aliyê jinên endamê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve dewir hat girtin.

Nobeda ji Ocalan re Azadî ya li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, ji aliyê jinên endamê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve dewir hat girtin.

Nobeda vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên bi navê Remziye, Mîraç, Fatma, Pinar, Zozan, Zîlan û Lorîn ê ji Elmanyayê hatine ve tê meşandin.

Nobeda ku ev 1156 roj in bê navber dewam dike, hefteya bihurî ji aliyê Kurdistaniyên ji Viyanayê ve hatibû meşandin. 

Li ser navê koma di hefteya 166. de nobed dewir girt de, daxuyaniyek hat dayîn. Jinan gotin, "Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan tevlîbûna li vê çalakiyê ji bo me jinan wezîfeya sereke ye. Ji ber ku yê em ji koledarî û mêtîngeriyê rizgar kir û hurmetî û mafê gotinê da me, Rêberê me ye. Rizgariya jinên Kurd, jinên li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn, bi azadiya Rêberê me dibe."

Endamên komê bang li dayikên leşker û polîsên Tirk kirin û gotin, "Bipirsin ku zarokên we 'li ku' û 'ji bo çi' dimirin. Xwedî li zarokên xwe derkevin. Destûrê nedin ku zarokên we di oxira desthilatdariya Erdogan û ekîba wî de bên kuştin. Dayikên Kurd û Tirk dema dest bidin hev dikarin li hemberî vî dîktatorî bisekinin. Bi vê hevgirtinê dikare ev şerê qirêj bê sekinandin."

Çalakiya Nobeda ji Ocalan re Azadî, çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye ku bê navber dewam dike. Heta niha gelek hunermendên Kurd, nûnerên saziyên baweriyan, rojnamevan û biyaniyên dostên Kurdan beşdar bûn. Di çalakiyê de bi sohbet û belavkirina belavokan li derdorê re der barê pirsgirêka Kurd û azadiya Ocalan de agahî ji raya giştî ya Ewropayê re tê dayîn.

...