Bi daxwaza ronîkirina hêzên tarî yên li pişt Komkujiya Parîsê meşa “edalet û ronîkirinê” ya her Çarşem pêk tê vê hefteyê jî hat lidarxistin. Kurdistaniyan bendên reş li serê xwe girêdan û meşiyan.
ANF
PARÎS
çarşem, 19 gelawêjê 2015, 16:41
Bi daxwaza ronîkirina hêzên tarî yên li pişt Komkujiya Parîsê meşa “edalet û ronîkirinê” ya her Çarşem pêk tê vê hefteyê jî hat lidarxistin. Kurdistaniyan bendên reş li serê xwe girêdan û meşiyan.
Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin gel hev bi dirûşman saet 14.00’an dest bi meşê kirin. Jinan flamayên ku wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez li ser hilgirtin, ji bo bîranîna Ekîn Wan a li Gimgimê piştî hat qetilkirin û şermezarkirina îşkenceya li hember bedena wê bendên reş li serê xwe girêdan.
Di tevahiya rê de dirûşmên ku balê dikişîne ser komkujiyan hatin gotin û di axaftinên kurt de hat gotin, “”Em ê Parîsê û komkujiyên rû dane ji bîr nekin. Wê hesabê komkujiyan bê pirsîn.”
Girseya heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistan meşiya, deqeyek rêzgirtin pêk anî. Piştî rêzgirtinê li ser navê Tevgera Jinên Kurd axaftinek hat kirin. Di axaftina xwe de hat gotin, “Li hember komkujiyan em ê li kolanan û di nav çalakiyan de bin ” û ji bo xerakirina bêdengiya Fransa û balê bikişînin ser komkujiyan ji bo çalakiya roja Şemiyê saet 16.00’an li ber Wezareta Karên Derve ya Fransa ya li Parîs Invalîdes bang li jinan hat kirin.