Ji bo azadiya Fûrhoff hewldana dîplomatîk

Ji bo serbestberdana Aysen Fûrhoff a ji ber lêgerîna Tirkiyeyê bi rêya Înterpolê li Gurcîstanê hat girtin, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê duh bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swêdê re hevdîtin kirin.

Ji bo serbestberdana Aysen Fûrhoff a ji ber lêgerîna Tirkiyeyê bi rêya Înterpolê li Gurcîstanê hat girtin, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê duh bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swêdê re hevdîtin kirin.

Hevdîtin li ser daxwaza 15 rêxistinên civakî yên sivîl ku di nav de Tevna Rêxistina Jinê, Federasyona Elewiyan li Swêdê, Federasyona Jinê ya Bethnahrîn û Meclîsa Jinên Kurd a Amara hebûn, pêk hat.

Di civînê de Wezareta Karên Derve ya Swêdê bi heyetek ji 3 kesan a bi serokatiya Şefê Hiqûqê yê Wezareta Anders Ronqûîst de hat temsîlkirin. Li ser navê rêxistinên civakî yên sivîl ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ayşe Goktepe, ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê Latîfe Fegan û ji Komeleya Piştevaniyê Mûrat Kûseyrî amade bûn.

Latîfe Fegan diyar kir ku weke rêxistinên civakî yên sivîl, ew nikarin girtina Fûrhoff li Gurcîstanê qebûl bikin û ji Hikûmeta Swêdê xwest ku ji bo berdana Fûrhoff a li Swêdê xwedî mafê penaberiyê ye, bikeve nava hewldanan.

Ayşe Goktepe bibîr xist ku der heqê Fûrhoff de li Tirkiyeyê cezayê girtîgehê hatiye dayîn û da zanîn ku eger radestî Tirkiyeyê were kirin wê rastî zext û îşkenceyê bê û li girtîgehê were ragirtin.

Goktepe bal kişand ser şerê di dema dawî de ji nû ve destpêkiriye, zêdebûna binpêkirina mafên mirovan û êrîşên li dijî jinan û diyar kir ku ew bi fikar in Gurcîstan Fûrhoff radestî Tirkiyeyê bike.

Mûrat Kûseyrî jî bi dayîna mînakên şênber re ragihand ku Tirkiye li aliyekî êrîş û zextên xwe yên li hemberî mûxalefeta li nava welêt zêde dike, li aliyê din jî bi bikaranîna Înterpolê re hewl dide penaberên siyasî bêdeng bike.

Kûseyrî anî ziman ku dewlet Tirk ne tenê Înterpolê, her wiha welatên Rojavayî û Swêdê jî ji bo bêdengkirina mûxalefetê bi kar tîne û diyar kir ku di salên dawî de 3 penaberên siyasî yên li Swêdê mafê mayînê bi dest xistine, li girtîgehê tên ragirtin. Kûseyrî destnîşan kir ku ev rewş nayê qebûlkirin.

Şefê Hiqûqê yê Wezareta Karên Derve Anders Ronqûîst, li ser pêvajoya hiqûqê ya der barê mirovên ji ber lêgerîna Înterpolê tên kirin de agahî da û îdîa kir ku ji bo serbestbedana Fûrhoff ew ketine nava her rê û rêbazên qanûnî.

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî ji bo berdana Fûrhoff ji Wezareta Karên Derve ya Swêdê xwestin ku hîn bêhtir helwesteke çalak nîşan bidin.

Aysen Fûrhoff a bi sûcdariya endametiya PKK'ê 5,5 salan li girtîgehên Tirkiyeyê hat ragirtin, piştre bi îdîaya endametiya rêxistineke din û sûcê 'guhertina destûra bingehîn' cezayê ragirtina heta bi hetayê lê hatibû birîn.

Fûrhoff ji bo girtina xwe şermezar bike di 10'ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir û ev çalakiya wê hînê dewam dike.