'AKP di şer de şîdeta cinsî rewa dike'

CSMD, xwest şer, şîdeta cinsî/şîdeta ji ber şer tavilê bi dawî bibe û edalet pêk bê.

CSMD, xwest şer, şîdeta cinsî/şîdeta ji ber şer tavilê bi dawî bibe û edalet pêk bê.

Komeleya Têkoşîna bi Şîdeta Cinsî re (CSMD), têkildarî polîtîkaya şer a tecawizkar a dewletê daxuyaniyeke çapemeniyê da. CSMD’ê diyar kir ku deshilatdariya AKP’ê ya bûye tiyê xwînê şer dixwaze û ji nû ve şahidî ji çîrokên şîdetê yên salên 90’an re tê kirin.

‘EV ŞER NE ŞERÊ JINAN E’

Di daxuyaniyê hat gotin, “Dibe ku şîdeta cinsî ji şer, pevçûn û hemû çekan zêdetir weke çekeke bi bandor tê bikaranîn. Yek ji amûrên herî erjeng û bi bandor a perçiqandin û serîtewandina aliyê ku weke dijmin tê qebûlkirin e. Di nava hefteya bihurî de teşhîrkirina cenazeyê gerîlayeke jin Ekîn Van bi awayekî tazî  ku bi şêweyekî bêperwa di tevna civakî de hat gerandin, ji bo di atmosfera şer de şîdeta cinsî rewa bikin hatiye bikaranîn û kesên ev dîmen parve kirine bûne hevkarê vî sûcî. Ev şer ne şerê jinan e.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şer ji bilî kesên ku berjewendiya wan siyasî û aborî heye feydeyê nade ti kesî, hat diyarkirin ku hikûmeta Tirk a sûc kiriye tavilê dev ji vî şerî berde.