Jinên Suryanî ji bo xweparastinê perwerde dîtin

Jinên Suryanî yên li Rojava dijîn, bi dîtina perwerdeya siyasî û leşkerî re ji aliyê xweparastinê ve gaveke girîng avêtin.

Jinên Suryanî yên li Rojava dijîn, bi dîtina perwerdeya siyasî û leşkerî re ji aliyê xweparastinê ve gaveke girîng avêtin.

Çend roj berê, kampa destpêkê ya perwerdeyê ya Yekîtiya Jinên Suryanî yên li Sûriyeyê (HNSS) bi dawî bû. Di kampa ku heft rojan dewam kir de jinan tevî perwerdeya li ser bûyer û qewimînên siyasî, perwerdeya bikaranîna çekê jî dîtin.

ji beşdarên kampê endama HNSS Baha got, "Me bihîst ku wê kampeke perwerdeyê ya ji bo xurtkirina pozîsyona me ya li Hesekê bê lidarxistin. Ji bo em karibin xwe biparêzin, tevlîbûna li vê kampê ji bo me gelekî girîng bû. Ji bo parastina ax, çand, gel û zimanê xwe, em amade ne her tiştî bikin. Eger ji me bê xwestin rahêjin çekê û biçin şer, em ê wê jî bikin."

Baha da xuyakirin ku ji bo xurtkirina xwe, ji bo parastina xaka xwe û ji bo azadkirina Mezopotamyaya bi jiyana hemû gelan a di nava aştiyê de, divê ew rahêjin çekan û got, "Di vê kampê de em hînî gelek tiştan bûn. Hevrêyên me em perwerde kirin. Ji ber ku jiyana leşkeriyê û jiyana li malê ji hev gelekî cuda ne, perwerde her tim ne hêsan bû. Lê belê em ê ti carî ji vê gava me avêtine venegerin.

Dîsîplîna em li kampê hîn bûn, ji bo me hêmana herî girîng a xwegihandina serketinê ye. Tevî ku kamp bi dawî bûye jî spora me ya rojane dewam dike û em bi xurtî dixebitin. Eger kampeke din a mîna vê were lidarxistin, ez bawerim wê hîn bêhtir jinên Suryanî beşdar bibin. Her tiştên em li vê kampê hîn bûn, ji bo pêşeroja jinên Suryanî gelekî girîng in."