JIN
TJK-E'yê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe wezîfeya me ya bingehîn. Roj roja mezinkirina têkoşînê û meşa ber bi serketinê ve ye."
Şaredariyên DEM Partiyê bi dirûşma 'Gotina me xelas nebûye: Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin' dan destpêkirin ku wê salekê dewam bike.
KJK'ê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Mûradî da û got, "Eger Îran dixwaze li ser piyan bimîne divê li gorî demokrasiyê tevbigere." KJK'ê bang li gelan û jinan kir ku têkoşîna li dijî zext û darvekirinê mezin bikin.
TJA'yê deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir. Di deklarasyonê de hate gotin, "Em bang li jinan dikin ku meşaleya azadiyê li qadan vêxin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê her qad û kolanê veguherînin qada çalakiyê."
KJK: Em hevalên xwe yên jin û dostên xwe yên li ber xwe didin silav dikin; bang dikin ku hêza têkoşînê ya hevpar hîn bêhtir xurt bikin û 25'ê Mijdar a îsal weke rojeke mezinkirina têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî tundiyê binirxînin.
Hemû Nûçe
-
-
Jinan li dijî şideta mêran beroş kelandin
Li Enqerê Jinên Halkevcî bi gotina “Li dijî şideta mêr beroşan dikelînin” û li kolanan helbest gotin. Jinên Halkevcî, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hember Jinê banga dakevin kolanan kir.
-
-
-
Dîlek Ocalan: Li dij şerê AKP’ê bibin yek
Parlemetera HDP’ê Dîlek Ocalan a ku di panela ji aliyê KJK’ê ve li Bîrecûk hate lidarxistin de axivî banga têkoşîna hevpar kir û got: “Divê em ji her demê bêhtir bixebitin.” Qisekeran bal kişand ser bilindkirin û xurtkirina sîtema demokratîk.
-
Desteya Giştî ya Jinan a HDK’ê Zehra Eplî bi bîr anîn
Di Desteya Giştî ya HDK’ê ya 7. de Hevberdevkê HDK’ê Koçyîgît got, peywira jinan e ku berxwedanê geş bikin. HDK’ê Zehra Eplî ya dîlgirtî ku di Girtîgeha Gebzeyê de bedena xwe dayî ber agir û jiyana xwe ji dest danî, bi bîr anî.
-
-
-
-
Jinên ku komeleyên wan hatin girtin: Em ê dakevin kolanan
Komeleyên jinan ên ku deriyên wan hate girtin li hemberî biryarê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew qadên têkoşînê bi saziyan sînor nakin. Jinan wiha gotin: "Ew hewl didin me ji kolanan vekişînin, em dadikevin kolanan, derdikevin îsyanê."
-
-
-
Jin li ber KJA ne: Em naçin, li vir in!
KJA ya di nav komaleyên tên girtin de cih danê, ji hêla polîsan hatiye dorpêçkirin. Wekîla HDP’ê Feleknas Ûca, jinên ji DBP û KJA’yê li ber avahiya komaleyê rûniştin û gotin, “Em ê destûra vê nedin, neçin, em li vir in.”
-
Komeleya Gokkuşagi ya hat mohrkirin: Em ê serî netewînin
Komeleya Jinê ya Gokkuşagi ya di nava 370 komeleyên hatin girtin de ye, li dijî girtinan daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Em jinên Kurd in. Li dijî hemû şîdeta êrîşên dewleta zilam bêdeng nabin, natirsin, serê xwe natewînin."
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
'Em ê li dijî daraza mêr têbikoşin'
Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê, ji ber destûr nehat dayîn beşdarî rûniştina doza H.D. ya ku ji aliyê E.A. ve rastî destdirêjî û hewldana kuştinê hat bibin nerazîbûn nîşan dan. Jinan diyar kirin ku ew wê li dijî daraza mêr têbikoşin.