Komeleya Jinê ya Gokkuşagi ku di nava 370 komeleyan de ye û deriyê wê hate mohrkirin, têkîldarî biryara girtinê daxuyaniyekî nivîskî weşand: "Komeleya me ya ku li dijî hemû cureyên şîdeta li hemberî jinê, faşîzm û kedxwariyê têdikoşe û têkoşîna azadiya jinê dide bi biryara KHK'ê ve bêyî agahî bê dayîn bi awayekî nehiqûqî bi ser de hate girtin û hat mohrkirin." Di daxuyaniyê de hat gotin ku AKP siyasetmedar, rojnameger hemû kesên ku muxalîf in digire yan jî bêkar dihêle, bi vî rengî hewl dide îradeya wan teslîm bigire.
Di daxuyaniyê de bi raya giştî re ev hate parvekirin: "Yên ku xebatên jinan, têkoşîna wan a azadiyê û piştevaniya wan ditirsin bi mohrên ku di destên xwe de digirin ve dibêjin wê qey jinan asteng bikin. Dîroka mirovahiyê ya bi hezaran salan nîşanî me dide ku yên xwe bêdawî dikin û dikarin her tiştî bikin dihesibînin, na! Yên ku li ber xwe dane û têkoşiyane her tim bi ser ketine. Em jinên ku bêyî paş ve gav bavêjin ji bo mafê dengan têkoşiyane, bi gotina ji bo heman karî heman mehane, em ew jinan e ku li kargehan hatine şewitandin, li dijî nijadperestiyê jinên çermreş in ku ji cihê xwe yê li otobusê ranebûne. Em jinên Êzidî ne ku li dijî zilm, tacîz û tecawiza DAIŞ'ê çerşeva reş avêtine û azadî qîr kirine, em jinên Kurd in ku bi bedenên tazî hatine teşhîrkirin, li zindanan tuf rûye zaliman kirine. Em li dijî hemû şîdeta êrîşên dewleta zilam bêdeng nabin, natirsin û serê xwe natewînin."