HPC-Jin nasnameya yekem têkoşera xwe ragihand

Fermandariya Giştî ya HPC-Jin nasnameya şehadeta yekem endama xwe ya ku li gundê Merwaniyê jiyana xwe ji dest dayî, eşkere kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Merwaniyê, Senara û Hêkiçê yên navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê duh topbaran kir, di encamê de Endama HPC-Jin Leyla Ozo, dema ku bi erka xwe radibû û parastina gundê xwe dikir, jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Giştî ya Parastina  Jinê ya Kantona Efrînê şehadeta yekemîn a endama xwe ragihand ku duh di bombekirina artêşa Tirkiyeyê de ya ser gundê Merwaniyê jiyana xwe ji dest dabû.

Fermandariya Giştî destnîşan kir ku ji destpêka ragihandina HPC-Jin ve, Leyla Ozo şehîda yekem e.

Leyla di sala 2015′an de tevlî nava refên Hêzên Parastinê bû û duh ango 10′ê Mijdarê, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de, jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Giştî ya HPC-Jin sond xwar ku ew ê şopdarê bîranîna Leyla Ozo bin.

Nasnameya Leyla Ozo wiha ye:

Nav û Paşnav: Leyla Ozo

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Cindirêsê 1.1.1985

Dîroka Tevlîbûnê: 1.9.2015

Dîroka Şehîdbûnê: 10.11.2016 Merwaniyê