Deriyê VAKAD’ê jî hat mohrkirin
Li Wanê li gel Komaleya Jinê ya Wanê deriyê gelek komaleyan hatin mohrkirin û xebatên wan hatin rawestandin.
Li Wanê li gel Komaleya Jinê ya Wanê deriyê gelek komaleyan hatin mohrkirin û xebatên wan hatin rawestandin.
Di çarçoveya Qanûna Rewşa Awarte xala 11. de bi daxûyaniya şevê din ku ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatibû dayin, xebatên 370 komeleyan hatine mohrkirin. Li gor vê Navenda Çanda Mezopotamya, Kurdî-der, Meya-Der, Tûyad-Der ên gelek şaxên wan hene jî tên mohrkirin û xebatên wan tên rawestandin.
Tîmên dewletê li Navenda Kar a Yildiz a li navçeya Îpekyolû ya Wanê Komaleya Jinê ya Wanê (VAKAD) jî dan ber çavên xwe, raporên wê desteser kirin û deriyê mohr lê xistin.
Her wiha danê sibehê jî şaxên Kurdî-der, Meya-Der, Tûyad-Der ên li Navenda Kar a Farûk Levent jî hatibûn mohrkirin. Mohr li NÇM-Wanê jî hat xistin.
Hat gotin ku wê 3 mehan xebatên komaleyan bên rawestandin, lê gelek alavên komaleyan hatin desteserkirin.