Guven: Li dijî Plana Têkbirinê wê berxwedana me bidome

Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku AKP/Qesr êrîşî jin û Kurdên rêxistinkirî dike û got; “Bê berxwedana me bênavber bidome.”

Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven destnîşan kir ku ev demek dirêj e ku hikûmeta AKP’ê bingeha girtinan amade dike, bi bîr xist ku dema civîna Desteya Ewlekariya Giştî ya Tirk a 2014’an de ‘Plana Têkbirinê’ hatiye amadekirin û ketiye meriyetê.

EGER BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ NEBÛYA WÊ QETLÎAMÊN HÊ MEZINTIR ÇÊBIBÛNA

Guven da xuyakirin ku berxwedanên xwerêveberiyê pêşî li ‘Plana Têkbirinê’ girtine, îfade kir ku eger berxwedan û xendek nebûna wê demê wê qetlîamên hê mezintir çêbibûna. Guven ragihand ku plana duyem a hikûmeta AKP’ê jî tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên DBP’î bû, diyar kir ku dixwazin siyaseta Kurd bi temamî tasfiye bikin. Guven der bir ku ji bo vê qirkirina siyasî bi raya giştî ya cîhanê bidin fêmkirin ketine nav hewldanên zêde û got; “AKP’e ya ku êrîşî ew medyaya ku me dengê xwe radigihand jî kir, xwest dengê siyasetmedarên Kurd bi temamî qut bike. Dest li dezgehên çapemeniya azad werda. Heta akademîsyen, kesên mîna Necmiye Alpay, Asli Erdogan  jî girtin. Peyama li vir ev bû, ‘Em Kurdan tasfiye dikin. Kî li gel wan be, em ê wan jî tasfiye bikin.’”

HEDEFA YEKEM KURD IN, LÊ WÊ ÊRÎŞÎ HER BEŞÊN MÛXALEFETÊ BIKIN

Guven baş kişand ku tevî hewldanên wan jî ti kes neket cîdîbûna rewşê û wiha pê de çû; “Îro kesên ku li ber girtina hevserok û wekîlên me şaşomaşo dimînin hene. Em şaş nebûn û her tim me ev rewş bi lêv dikir. AKP’e bi modela Srî Lanka êrîş dike. Kurd jî bi berxwedanê hewl didin vê pûç bikin, lê ev ne tenê karê Kurdan e. Divê beşên din jî dengê xwe bilind bikin. Kurd hedefa yekem in, lê wê beşên din ên mûxalîf jî bêne tasfiyekirin. Ev merheleya ku AKP’e gihiştiyê qedandina wê nîşan dide. Eger AKP ji desthilatdariyê bikeve wê bê darizandin û beriya biçe jî dixwaze bi êrîşên li dijî Kurdan xwe li ser piyan bigre.”

JINHA Û JIN HATINE HEDEFKIRIN

Guven destnîşan kir ku AKP ji dema bûye desthilatdar heta niha êrîşî jinan dike, got Tayyîp Erdogan bi ti awayî ew jinên ku têgihiştî û xwedî seknek polîtîk qebûl nekiriye. Guven bi bîr xist ku tevgerên jin ev rêveçûna AKP’ê ferq kirine û çalakiyên cur bi cur li dar xistine û wiha dom kir; “Yê herî bi rêxistinî li dijî AKP’ê derketiye Tevgera Jina Kurd e û lewre jî hedef e. Ajansa jinê ya yekemîn JINHA ji ber vê bûye hedefa AKP’ê. Di refên pêş ê berxwedana xwerêveberiyê de jinan cih girtin û lewma jî Sêvê, Pakîze û Fatma bûne hedef. Dikarin Gultan, Sebahat, Fîgen û gelek hevalên me yên jin bigrin, lê wek pêkhateyên KJA em ê sîstema xwe ya hevserokatiyê û têkoşîna xwe ya jinê mezintir bikin.”

ÇI DIBE BILA BIBE WÊ TALIYA WÊ MÛHTEŞEM BIBE

Guven bi bîr xist ku herî zêde jî sepanînên Rewşa Awarte li Kurdistanê ye, destnîşan kir ku dixwazin gelê Kurd di malan de heps bikin. Guven ragihand ku tevî hemû polîtîkayên AKP’ê jî wê kolan û qadan radest nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Çi dibe bila bibe wê taliya wê mûhteşem bibe. Lewre jî wê berxwedana me bênavber bidome. Eger ji van encamek rast bê derxistin wê aştiyek mayinde, azadiya Birêz Ocalan û avakirina Kurdistana Xweser pêk were. Em ji bo kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane soz didin. Talî, wê mûhteşem bibe.”