Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê ya Mersînê xwestin beşdarî rûniştina doza H.D. ya 11 salî ku rastî hewldana îstîsmara zayendî û hewldana kuştinê ya E.A. hat bibin. Lê rayedarên darazê destûr nedan ku jin beşdarû rûniştina dozê bibin. Li hemberî vê yekê Endamên Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê li navenda Jinan civîna çapemeniyê pêk anîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Civaknas Ronya Canbey, diyar kir ku 2 meh berê li Mersînê li dijî 2 zarokan îstîsmara zayendî pêk hatibû û wiha got: "Me wekî Platforma Jinan a Mersînê xwest "Bi Kampanya Kirmizi Balon" balê bikşînin ser vê mijarê. Lê niha dadger destûr neda em beşdarû rûniştinê bibin. Ev bêtehamuliya dadger a li hemberî têkoşîna me ye."
Fatma Oney jî anî ziman ku bûyerên destdirêjî û îstîsmarên zayendî ji aliyê dadger û dozgeran ve tên parastin û edalat û daraz çavê xwe ji vê yekê re digirin. Oney, da zanîn ku bi guhertinên zagonên dawî kujer û bersûc tên parastin û wiha got: "Lê em wê li hemberî van êrîşên daraza mêr heta dawî têbikoşin."