SMJÊ: Rizgarkirina jinên Êzidî yên dîlgirtî peywirek jiyanî û mirovî ye!
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), di derbarê pêngava rizgarkirina jinên Êzidî yên dîlgirtî de,daxûyaniyek nîvîskî weşandin.
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), di derbarê pêngava rizgarkirina jinên Êzidî yên dîlgirtî de,daxûyaniyek nîvîskî weşandin.
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), wiha got: “Werin em rûmeta xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin û ji nû ve bidin îspat kirin ku li ser hîmê felsefeya jiyana ‘Jin Jiyan Azadî’, jiyînê dîsa bikin rewşa jiyankirinê.”
SMJÊ,diyarkir ku mirovahî di roja 3’ê Tebaxa 2014 dan de bû şahîdê qirkirinek dijmirovahiyê ya sedsala 21’ an. Li ber çavê tevahî raya giştî nûnerê herî bi hov ya pergala faşîst a kapîtalîst ango çeteyên DAÎŞ’ê di kesayeta jina Êzidî de hewl da nirxên resen yên Kurdîtiyê tine bikin. Di encama wê de bi hezaran Êzidî hatin qetil kirin, koçber kirin. Bi vê ve girêdayî jî bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, wek koleyan firotin û kîrîn û rastî destdirêjiyên sîstematîk tên.
SMJÊ di daxuyaniya xwe de wiha got: “Piştî fermanê 2 saln, Yekinêya Jinên Şengalê (YJŞ) li ser hîmê tolhilîna jinên Êzidî yên dîlgirtî xwe ava kirin û bi seknek bîrdozî, rêxistinî û siyasî têkoşînek bêhempa didin meşandin. Tevî ku di dîroka civaka Êzidî yekem car jina Êzidî dibe xwedî vînek û zanebûnek ewqasî rêxistin kirî û li ser hîmê xwebûna xwe parastina xwe ya rewa dide meşandin. Her çiqasî 2 sal li ser fermana Şengalê derbas bûn û gelekî destkeftiyên giranbûha hatin destxistin jî, lê divê neyê ji bîr kirin û hîna jî bi hezaran jinên Êzidî wek kole ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve tên bi kar anîn. Lewra jî em wek Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî xwedî ji pêngava rizgarkirina jinên Êzidî yên dîlgirtî ya ku YJŞ’ê daye destpê kirin, derdikevin.”
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî destnîşan kir ku bi taybetî di aliyê rêxistinî û dîplomasiyê de bi tempoyek hîn bi leztir wê têkoşîna xwe bilindtir bikin. SMJÊ diyar kir ku tevahî pêkhateyên civaka Êzidî ji bo rizgarkirina jinên Êzidî bê ku cûdahiyan bikin divê demildest bikevin tevgerê. Di aliyê din de wê rê nedin ku ti kes li ser jiyana gelê Êzidî di qada dîplomasiyê de bazarê li ser wan bike.
2 sal li ser fermana Şengalê derbas bûn û hê jî bi hezaran jinên Êzidî wek kole tên dîl girtin. Fermana 73’emîn fermanek dijî tevahiya jinan hate kirin.
Herî dawî SMJÊ bang li hemû jinên Êzidî û tevahî jinan kir ku werin bi tekoşîna xwe ya hevbeş xwedî ji rûmeta xwe derbikevin. Werin rûmeta xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin û ji nû ve bidin îspat kirin ku li ser hîmê felsefeya jiyanê ‘Jin Jiyan Azadî’, jiyanê dîsa bikin rewşa jiyankirinê.