Panayir Kadin Dayanişma Dernegî hat girtin
Di çarçoveya biryara Wezareta Karên Hundir de xebatên Panayir Kadin Dayanişma Dernegî jî hatin rawestandin.
Di çarçoveya biryara Wezareta Karên Hundir de xebatên Panayir Kadin Dayanişma Dernegî jî hatin rawestandin.
Di nav 370 komaleyan de ku Wezareta Karên Hundir ragihand ku wê werin girtin, Panayir Kadin Dayanişma Dernegî (Komaleya Piştgiriya Jinê ya Panayir) a li Bûrsayê jî cih digre. Seroka Komaleyê Fîlîz Talî ragihand ku saet 18.00’an polîs geriyane, gotine were komaleyê. Fîlîz îfade kir ku dema axaftinê polîsan gotine, “eger neyê em ê derî bişkînin” û got; “Dest danîn ser hemû ewraqên me û mohr li derî dan.”
Fîlîz diyar kir ku ti belgeya wan de ti hincet ji bo girtinê nîne, tenê dibêje ji ber Rewşa Awarte xebatên wan 3 mehan hatiye rawestandin û wiha nerazîbûn nîşan da; “Ji çi re dibêjin xebat? Mînak wê ji bo 25’ê Mijdarê aktîvîteya me ya li dijî tundiya li ser jinê wê pêk bihata. Ew rawestandin. Yên dema jin tên qetilkirin nikarin biparêzin, komaleyeke ku hewl dide jinan biparêze digre.”