Jin li ber KJA ne: Em naçin, li vir in!

KJA ya di nav komaleyên tên girtin de cih danê, ji hêla polîsan hatiye dorpêçkirin. Wekîla HDP’ê Feleknas Ûca, jinên ji DBP û KJA’yê li ber avahiya komaleyê rûniştin û gotin, “Em ê destûra vê nedin, neçin, em li vir in.”

Di nav 370 komaleyan de ku Wezareta Karên Hundir bi Rewşa Awarte re çav berdayiyê, Kongreya Jinên Azad (KJA) jî heye. Avahiya navendî ya KJA’yê ku li Amedê ye, ji hêla polîsên Tirk hatiye dorpêçkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Feleknas Ûca, jinên ji KJA û DBP’ê, li ber KJA kom bûn û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Feleknas Ûca diyar kir ku ev dîktatorî ye, jinan jî ji polîsan re gotin; “Em ê destûra vê nedin, neçin, em li vir in.”

Tîmên dewletê ji bo girtina komaleyê ji KJA’yê veqetiyan, çalakiya rûniştinê ya jinan didome.

Berdevka KJA Ayla Akat Ata jî hatibû binçavkirin û girtin.

 

...