Dayikên Şemiyê: Kî li ber we çok deyne ji we xirabtir e
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullatîf Yagizay pirsîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser girtina komeleyan û gotin, ‘’Kî li ber we çok deye ji we xirabtir e.’’
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullatîf Yagizay pirsîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser girtina komeleyan û gotin, ‘’Kî li ber we çok deye ji we xirabtir e.’’
Dayikên Şemiyê heftiya 607’an li Meydana Galatasarayê li hev civiyan û li aqûbeta girtiyan pirsîn. Di çalakiyê de Wekîla HDP’ê Filîz Kerestecîoglu jî hazir bû.
Di çalakiyê de diya Murat Yildiz ê ku 23’yê Sibata 1995’an hatibû binçavkirin û nebedîkirin Hanîfe Yildiz axivî û got, ‘’Darbeyek çêbû. Ew û Fetillah bi hev re bûn. Ji hevkarên xwe re dibêjin, we hev kêm kir û gotin e mê temam bikin.’’ Yildiz amaje bi girtina komeleyan kir û got, ‘’Hûn ê hesabê Roboskê, Geziyê bidin.’’
‘EM WELATEKÎ WIHA DIXWAZIN KU KES LÊ NEBEDÎ NABE’
Kurê Huseyîn Taşkaya ku di bin çav de hatibû nebedîkirin, Şerîf Taşkaya di çalakiyê de axivî û got, ‘’Em dîsa hatin heman cihî. Rojname têne girtin, weke heywanan dikevin komeleyan. Cihê ku em gihaştinê ev e. Em ne di rewşeke baş in’’ Bi berdewamî Taşkaya got ew welatekî wiha dixwazin ku kes lê nayê nebedîkirin.
‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎININ Û ÇOK NEŞKÎNIN’
Birayê Ridvan Karakoç ku birayê wî di nav çav de hatibû nebedîkrin got, ‘’Kî li ber we serê xwe bitewîne, çokê xwe li ber we bişkîne bila weke we be. Em ê serê xwe netewînin û hesab bipirsin.’’
Wekîla HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu têkildarî girtina komeleyan axivî û got, ev ‘’ji tirsa desthilatdariyê pêk tê’’ Bi berdewamî wiha got, ‘’Ji ber ser tirsên xwe bigirin bêhijmar derewan dikin. Ji ber ku neçûn îfadeyê wekîlên me girtin. Lê yek fezleke jî têkildarî hevalên me yên ku hatin girtin nehatiye hazikririn. Hemû fezlekeyên ku hatin hazirkirin jî ji daxuyaniyên çapemeniyê pêk tên. Xwepêşandan, civîn û azadiya ramanê heqê hiqûqî ne.’’
Herî dawî li aqûbeya Abdullatîf Yagizay hate pirsîn ku 18’ê Mijdara 1995’an hatibû binçavkirin û ji hingî ve nebedî ye. Dayika Şemiyê Rezzan Karaman çîroka Yagizay xwend.