Jinên ku komeleyên wan hatin girtin: Em ê dakevin kolanan
Komeleyên jinan ên ku deriyên wan hate girtin li hemberî biryarê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew qadên têkoşînê bi saziyan sînor nakin. Jinan wiha gotin: "Ew hewl didin me ji kolanan vekişînin, em dadikevin kolanan, derdikevin îsyanê."
ANF
STENBOL
şemî, 12 sermawezê 2016, 12:43
Li hemberî girtina Komeleya Jinê ya Gokkuşagi ya li Stenbolê, Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Panayir a li Bursayê û avahiya navenda Kongreya Jinên Azad (KJA) a li Amedê rêxistinên jinan nerazîbûn nîşan dan.
JINÊN KEDKAR: EM DERDIKEVIN ÎSYANÊ
Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Karahanci diyar kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê dewlet li dora "dîktatoriya yek zilam" xwe ji nû vê rêxistin dike, bi darbeyê re êrîşî hêzên demokrat tê kirin û hemû komele û sazî di bin gefa girtîne de ne. Karahanci destnîşan kir ku bi girtina komeleyan ve hikûmet hewl dide dengên li dijî faşîzmê bêdeng bike û wiha berdewam kir: "Êrîşî jinan dikin û bin çav dikin. Bi girtina komeleyên jinan ve hewl didin têkoşîna jinan bişikênin. Mê bêfede ye... Gelên Tirkiye û Kurdistanê yekem car e vî nabînin. Ew hewl didin me ji kolanan vekişînin, em jî dadikevin kolanan, îsyanê. Di rojên bi vî rengî de gelek berpirsyarî dikeve li ser milê me. Ew çiqas me ji têkoşînê dur bixin divê em ewqas xwedî lê derkevin. Divê em behtir dakevin kolanan. Roj roja yekîtî û têkoşînê ye. Em weke Jinên Kedkar dibêjin ku em bi KJA û hemû saziyên ku li dijî faşîzmê li ber xwe didin re ne."
MOR DAYANIŞMA: EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN
Endama Mor Dayanişmayê Cemîle Çîçek jî wiha got: "Dewlet dizane ku hêzên muxalîf ên civakî bi awayekî nemerdane çewisandinê dikarin pêş ve biçin ji ber vê yekê jî demê winda nake. Dema ku vê yekê dikin jî beşa civakê ya berxwedêr jinan dike hedef, hewl dide jinan biçewisîne, bêdeng bike. Em ê li hemberî 'erka' ku hewl dide dengê me bibire serê xwe netewînin. Wke Mor Dayanişma em ê yekîtiya têkoşînê xurtir bikin riyên ku faşîzm hewl dide bikeve bibirin. Bi berxwedêrî û wêrekiya jinan ve em ê bikevin xewnên wan."
KOMELEYA JINÊ YA GOKKUŞAGI: BI RUHÊ BERXWEDANÊ EM Ê TÊBIKOŞIN
Rêvebera Komeleya Jinê ya Gokkuşagi Yuksel Yildirim jî li hemberî girtina komeleya wan a piştî OHAL'ê, bi Biryarnameyên di Hikmû Qanûnê de (KHK) nerazîbûn nîşan da. Yİldirim wiha axivî: "Em têkoşîna xwe bi saziyan sînor nakin." Yildirim anî ziman ku ya tê hedefgirtin hemû derûdorên ku serê xwe natewînin. Yildirim got ku wekî jin ew ê li dijî hemû êrîşan bi ruhê berxwedanê têkoşîna xwe bidomînin.
KJA: HER MAL QADA TÊKOŞÎNÊ YE
Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Hulya Avşar jî got ku bi polîtîkayên çewisandinê ve hedegirtina jinên li ber xwe didin tesaduf nîne û wiha got: "Me wekî tevgera jinan her mal qada têkoşînê dît. Tu hêz nikare me ji desteftiyan vegerinê. Tevgerên ku jin pêşeng in dê bi ser kevin. Wê xebatên komeleyan nesekine bêhtir xurt bibe. Em bang li jinan dikin û dixwazin bi hevre têkoşîna xwe xurtir bikin."
YERYUZU KADINLARI: HER DER A JINAN E
Berdevka Yeryuzu Kadinladi Aylîn Kaplan jî li hemberî girtinan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku girtina komeleyan tê wateya qutkirina dengê jinên ku têdikoşin û jinan bixin hundirê malan. Kaplan di dawiya axaftina xwe de got her der, her komele, her mekan a jinan e.