Ji sînorê Lubnan-Sûriyeyê gelek jin û zarok tên revandin
Rêxistina Parastina Mafên Jinan a Lubnanê (KAFA) da xuyakirin ku komên çete li sînorê Lubnan-Sûriyeyê gelek jin û zarok revandine û fihûşê li ser wan ferz dikin.
Rêxistina Parastina Mafên Jinan a Lubnanê (KAFA) da xuyakirin ku komên çete li sînorê Lubnan-Sûriyeyê gelek jin û zarok revandine û fihûşê li ser wan ferz dikin.
Di lêkolîna Rêxistina Parastina Mafên Jinan a Lubnanê (KAFA) de ku têkîldarî rewşa jin û zarokên ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyane lêkolînan dike, encamên sosret derketin holê. Li gor lêkolînê, li sînorê Sûriye-Lubnanê gelek rêxistinên sûcê hene.
Di lêkolînê de tê diyarkirin ku bi taybet jî jin û zarokên keç têne revandin, ji bo zêdebûna bûyerên revandinê jî rewşa aborî tê nîşandan û wiha tê gotin; “Ji bo mirovan şertên bi cazibe tên weedkirin û kesên pak ên pêdiviya wan bi kar hene jî vê pêşniyarê qebûl dikin û dikevin xefikê. Jinên tên revandin neçarî fihûşê tên kirin.”
Di lêkolînê de ku tê destnîşankirin jin û zarok ji hêla çeteyên fihûşê tên îstîsmarkirin, tê îfadekirin ku hêzên ewlehiyê yên ku bi ser cihên fihûşê de digrin jî jinên hatine revandin binçav dikin, lê tacîrên mirovan û organîzatorên vî karî xwe vedişêrin.
Di lêkolîna KAFA de wiha tê gotin; “Lewre jî jina hatî revandin du caran dibe qurbanî; ji ber ku nikare îspat bike ku bi zorê ev kar pê hatiye kirin. Divê ev jin neyên cezakirin. Ji bo ev mirov karibin ji cihekî dest pê bikin, pêwîst e dewlet di mijarên cih, xizmeta tenduristî, mûçe û perwerdeyê de alîkarî bide.”
Di lêkolînê de tê gotin ku hê gelek jinên ku li wargehên penaberan diman winda ne, hate diyarkirin ku piraniya van li Lubnan û gelek welatên din ên Rojhilata Navîn neçarî fihûşê tên kirin.